Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan Ebdulxaliq Bapîrî da zanîn ku meha adarê û pê ve Hêzên 70 û 80yî yên Pêşmergeyan dê bikevin bin banê Wezareta Pêşmergeyan.
Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan Ebdulxaliq Bapîrî li Hewlêrê li ser yekkirina hêzên Pêşmergeyan konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan Ebdulxaliq Bapîrî got:
"Pêvajoya çaksazî û jinûveavakirina hêzên Pêşmergeyan berdewam dike û bi awayekî baş bi pêş ve diçe."
Bapîrî ragihand ku dê ji meha adarê û pê ve hêzên 70 û 80yî yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wekî du fermandariyên herêmî bikevin bin banê Wezareta Pêşmergeyan.
Bapîrî diyar kir ku heta niha 6 lîwayên hevpar hatine avakirin û biryar li ser wan hatiye standin di bin banê Wezareta Pêşmergeyan de bin.
Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan Bapîrî di berdewaniyê de anî ziman:
"Ev pêvajo bi lez bi pêş ve diçe.
Li gorî bernameya hatiye diyarkirin, pêvajoya çaksazî, jinûveavakirin û yekkirina Wezareta Pêşmergeyan gelekî baş bi pêş ve çû û gihişt qonaxa dawî."
“Amerîka dê sîstema parastina asmanî bide Herêma Kurdistanê”
Ebdulxaliq Bapîrî da zanîn ku pêvajoya çaksazî û jinûveavakirinê dê heta sala 2026an biqede.
Amerîka her sal di çarçoveya hevkariya parastinê û têkoşîna li dijî DAIŞê de piştgiriyê dide hêzên Pêşmergeyan.
Ebdulxaliq Bapîrî got, "Alîkariyên hevpeymaniyê yên ji bo Pêşmergeyan dê berdewam bikin."
Li aliyê din, Kongreya Amerîkayê sala 2023yan mijara dayîna sîstema parastina asmanî ya ji bo hêzên Pêşmergeyan xistibû rojeva xwe.
Meclisa Nûneran a Amerîkayê di gotûbêjên budceya parastinê ya sala 2024an de ev xal pejirandibû.
Ebdulxaliq Bapîrî li ser vê mijarê jî axivî.
Bapîrî demeke diyar nîşan neda lê li ser hatina sîstema parastina asmanî wiha got:
"Hemû hûrgilî hene, pergalên parastinê hîn nehatine lê dê bên."