Dîroknasê Kurd: Newroz li cîhanê cara ewil li Kurdistanê hatiye pîrozkirin

.

Dîroknas û lêkolînerê Kurd Soran Hemereş ragihand ku Kurd neteweyeke kevnar e û got, “Cara ewil Newrozê li vê erdnîgariyê (Kurdistan) hatiye pîrozkirin.”

Dîroknas û lêkolînerê Kurd Soran Hemereş bû mêvanê bernameya Ligel Renc a Rûdawê û got:

“Çavkanî diyar dikin ku Kurd neteweya herî qedîm e ku Newrozê pîroz dikin.”

Li ser pirsa Rênc Sengawî ya, "Tê gotin ku tu eleqeya Newrozê bi Kurdan re nîne. Hûn jî vê yekê red dikin” Hemereş wiha got:

“Ev îdia mirovan aciz dike. Dema behs dibe Newroz ez dikevim stresê û hinek gotinên mirov gelekî aciz bikin tên gotin

Hin kes nikarin kûrahiya efsane û cejnê fam bikin. Cejna Newrozê li cîhanê cara ewil li van axan (Kurdistan) hat pîrozkirin. Ez vê li gorî çavkaniyan ji we re dibêjim.

Lêkolînerekî Kurd dibêje ku Newroz ji serdema Sumeriyan ve ango 1200 sal berê ve heye.

Ez bi çavkaniyan bi we re dipeyivim. Zilamek bi navê Ebû Henîfe El-Dînewerî heye, navê bapîrê wî Wanand e, ew jî navekî Kurdî ye. Wî berî 1200 salan behsa dîroka Kurdan kiriye.

Ew behsa Newrozê dike û dibêje ku Newroz piştî ji hev cudabûna zimanan derdikeve holê.”

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn