Dironên Tirkiyê 10 çekdarên meclîsa leşkerî ya Minbicê kuştin

Di êrîşeke balafirên bêmirov yên artêşa Tirkiyê de ku li Rojavayê çemê Firatê encam daye, 6 endamên meclîsa leşkerî ya Minbicê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Rawangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja çarşemî 11\12\2024ê ragihand, di encama bombebarana balafirên bêmirov yên artêşa Tirkiyê de, 6 çekdarên meclîsa leşkerî ya Minbicê canê xwe ji dest dan û 4 jî birîndar ketin.

Destnîşan kir ku êrîş li derdora pira Qirqûzak ya Rojavayê çemê Firatê li gundewarê Rojhilatê Helebê hatiye encam dayîn.

Ji destpêka sala 2024an ve û ji encama êrîşên asmanî yên firokeyên bêfirokevanên artêşa Tirkiyê li ser herêmên di bin bandora “Rêveberîya Xweser” de li bakur û bakurê Rojhilatê Sûryê 102 kesan, canê xwe ji dest da ne, 53 jê çekdar bûn.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'