DÎTAM: Meseleya çareseriyê ne di destê Tirkiyeyê de ye

.

Endamê Lijneya Birêvebir a DÎTAMê Cîhan Ay diyar kir ku li gorî beşdaran, mijara destpêkirina “pêvajoya çareseriyê” ne di destê Tirkiyeyê de ye, mijar meseleyeke navneteweyî ye.

Navenda Lêkolînê Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) li Ameda Bakurê Kurdistanê civînekê bi sernavê “Neçarserkirina Pirsgirêka Kurdan çi bi Tirkiyeyê Dide Windakirin?” li dar xist.

Endamê Lijneya Birêvebir a DÎTAMê Cîhan Ay bû mêhvanê Tora Medyayî ya Rûdawê û pirsên Dildar Herkî bersivandin.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn silav dabû parlamenterên DEM Partiyê û paşê jî gotibû bila Abdullah Ocalan li Meclisa Tirkiyeyê biaxive û bêje ku wî PKK tesfiye kiriye.

Cîhan Ay destnîşan kir ku gelek rewşenbîr û nivîskar beşdarî konferansê bûne û hinek ji wan li ser gotinên Devlet Bahçelî reşbîn in û jê bahwer nakin û hinek jî ji bo pêvajoyeke nû geşbîn in.

Cîhan Ay amajê pê kir ku dema behsa pêvajoyeke çareseriyê tê kirin pêvajoya 2013an tê bîra gelek kesan û ev bandoreke neyînî li fikrên wan dike.

“Ne di destê Tirkiyeyê de ye”

Ay li ser gotinên Bahçelî amaje bi rûdanên demên dawiyê yên li Rojhilata Navîn kir û got:

“Ji ber ew bahwer dikin ku dê li Rojhilata Navîn meseleyên girîng çêbibin û (Bahçelî) ev tişt gotin.

Gelek rewşenbîr û nivîskaran bahwer dikir ku mesele navneteweyî ye, Tirkiyeyê nedixwest pêvajoya çareseriyê dest pê bike.

Meseleya çareseriyê dest pê kir û navê Ocalan jî derbas bû, ev ne di destê Tirkiyeyê de ye û mesela navneteweyî ye.

Axaftina Bahçelî piştî kuştina Hesen Nasralah û Yehya Sinwar hat. Ew jî nîşan dide ku dixwazin Kurmancan (Kurdan) li aliyê xwe bigirin.”

Cîhan Ay diyar kir ku li konferansê meseleya “Mixetab kî ye?” jî hatiye rojevê lê beşdaran ji ber meseleyên hiqûqî û yasayî bi awayekî rasterast behsa Ocalan û PKKyê nekiriye.

“Ne tenê Kurmancan, Tirkiyeyê jî winda kiriye”

Ay diyar kir ku di konferansa DÎTAMê de behsa mexdûrbûna Kurdan jî hatiye kirin û hatiye gotin ku dewlet berê xwe dide rêyên ewlehiyê û got:

“Lê belê wan (Tirkan) jî winda kiriye. Ne tenê Kurmancan, Tirkiyeyê jî winda kiriye.”

“Meyla ciwanên Kurd li ser Kurdbûnê ye”

Cîhan Ay li ser helwesta ciwanên Kurd û meyla wan jî got:

“Em êdî dibînin ku ciwanên Kurd êdî meyla xwe ne zêde didin çepgiriyê ne jî rastgiriyê. Meyla wan hîn zêdetir li ser neteweya Kurd e.

Êdî tenê li ser neteweya Kurmancan xeber didin, wekî ku dixwazin bibînin dema tiştek çêbû dê Kurmanc çi bistînin.

Êdî çep û rast ji bo ciwanên Kurd tiştekî zêde îfade nakin. Ciwanên Kurd wan tiştan hesab dikin ku ji Kurdan re baş bin.”

“Êdî meseleya Rojhilata Navîn e”

Dildar Herkî bi bîr anî ku Serok Mesûd Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo “pêvajoya çareseriyê” aniye zimên û pirsî, “Gelo di konferansa DÎTAMê de behsa vê hat kirin?”

Cîhan AY li ser vê pirsê got, “Bi rastî gotina Serok Barzanî pi hêja ye. Axaftina wî ya ji bo çareseriyê pir hêja bû.

Lê belê ji ber ku ji ber ku ev mesele êdî meseleya Rojhilata Navîn e êdî em dê ne bi tenê li gorî Tirkiyeyê xeber bidin.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Romana Bextiyar Elî ket lîsteya 100 Pirtûkên Herî Baş ên Sedsala 21emînê
Emerîka: Grûpên çekdar Iraqê dikşînin nav şer
Li navça Hekîmhan a bajarê Meletiyê 100 heb mîh ji ber berf û bahozê mirin
Wezaretê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xwestiye zarokxaneyan bigire
Amerîka: Îran û komên girêdayî wê Îraqê ber bi şer ve dibin