Dîtingeha Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat li derheq bûyerên li Sûriyê

.

Li berdewamiya kombûnên pêywendîdar bi hilsengandina rewşa welatê Sûriyê, Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, roja Duşemî 20ê Sermaweza 1403 a Rojî, beranber bi 2024-12-10 a Zayînî, li kombûneke din de rewşa Sûriyê piştî herifîna rêjîma Bneşar Esed û pêşhatên siyasî li wî welatî, gengeşe kir.

Piştî berhevdan û hilsengandina rewşa siyasiya deverê û bûyerên li Sûriyê û Rojhilata Navîn û dîrok û derbasbûya wan pêşhat û bûyeran, Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat li çend xalan de beşek ji hilsengandin û şirovekirinên xwe ragihandin ku ewin:

- Dîrokê daye xuyakirin ku dîktator her çi qas zordar û tepeserker bin û siyaseta zor û serkutkirinê bigirne ber xwe bo evê ku temenê xwe dirêj bikin, li dawiyê de li hember îradeya xelkê û hevkêşên siyasî û dijberan de şikestê dixwen û qedera wan herifîn û revîn e. Malbata “Esed” jî piştî 54 sal desthilatdariya sitemkarane bi ser xelkê Sûriyê de cuda ji qedera hemû dîktaroran nebû ku li dîrokê de xelkê xwe serkut dikirin û tepeser dikirin. Lewma tişteke sirûştî bû ku ew şêwaza desthilatdariyê, rojekê bi dawî bê û îradeya gel bi ser zordarî û sitema dîktator de bi ser bikeve.

- Şêwaza desthilatdariya Beşar Esed, piştguhavêtina xwest û daxwaziya xelkê Sûriyê û serkutkirina bêrehmane û heta rêpêdan bi rêjîmek dîktatortir ji xwe wek komara Îslamiya Îranê bi armanca parêzvanî ji desthilata xwe û serkutkirina azadîxwazên welat bû ku encama vê ev bû ku Beşar Esed û rêjîma wî, tûş bûn. Komara Îslamiya Îranê tevî bi hederdana dehan milyard Dolar li darayiya xelkê Îranê û amadebûna serkutkarane li Sûriyê li ser daxwaziya Beşar Esed, zêdetir ji 12 salan bû tevî serkutkirina xelkê dijberî Esed, bi destek vekirî destêverdan li karûbarên navxweyê wî welatî dikir û kiribû pêgeh û navendek bo avakirin û perwerdekirina girûp û taqimên curbicur ên çekdarên terorîstî. Karbidestên Komara Îslamiya Îranê bi eşkere welatê Sûriyê bi kûrahiya stratejiya xwe û pêgehek bo pêşxistina bernameyên xwe yên serbazî li beraye li jêr navê “moqawimet” dizanî. Lewma dibe ku herifîna Beşar Esed û rêjîma wî, bi beşek ji encama zêdexwaziyên Komara Îslamî û bi pêşvebirina siyaseta şerxwazaneya vê li Sûriyê, ku tevlî serkukutkirina gelên li wî welatî bû, bînin hisêb.

- Tevî ku proseya bûyeran li Sûriyê aloziyên taybet bi xwe hene û heta niha jî dîtingeh û helwêsên civaka navnetewî û welatên xwedî bandor li ser vê proseyê, gelek rohn nînin, lê girîng ev e ku gelên Sûriyê dersê ji dîrokê verbigrin û bi çavronî û bi berçavgirtina taybetmendiyên binyatî yên welatê xwe, pêkhateya welat ku ji gelan û olên cuda pêk hatiye, hêz û aliyên siyasî yên wî welatî bi awayekî berpirsane reftarê digel rewşê bikin û hizir ji avakirina Sûriyê, li paşerojê bikin. Bo vê yekê jî dibe ku xelkê wî welatî bi berçavgirtina rastiyên civaka xwe, kar li ser qeder û paşeroja welatê xwe bikin. Kar bo pêkanîna sîstemek siyasî-dêmokratîk ku mafê hemû pêkhateyan bê parastin û desthilatek bersivderê xwest û daxwaziyên xelkê ava bikin û wek derfetek dîrokî mêzeyê guherînnan bi taybet dawîhatin bi amadebûna serbazî û destêverdanên rêjîma Komara Îslamiya Îranê li welatê xwe bikin û bi destê xwe, qedera gel û welatê Sûriyê, diyarî bikin.

- Mafê xelkê Sûriyê ye ku daxwaza lêpirsîn û dadgehîkirina malbata “Beşar Esed” bikin û bi eşkerekirina belgeyên wan hemû cinayetên li derheq xelkê Sûriyê, azadîxwazên welat û girtiyên siyasî û cudabîran kiriye, bo dadgehê rabikêşin û bi siza bigihînin. Li hemen demê de em bi mafê xelkê Sûriyê dizanin ku li hember hemû serkutkirinan û xiyanetên ku rêjîma Îslamiya Îranê mil bi milê hêzên serkutker ên beşar Esed bi wan û welatê wan hatiye kirinê, li civaka navnetewî de skalayê bi ser wan tomar bikin.

- Gelê Kurd li Sûriyê ku li çend salên derbasbûyî de tevî fîdakarî û qurbanîdaneke gelek zêde ceribandinek li “desthilata xwebirêveberî” bi dest ve anîne, hewceye bi şirovekirin û bi berçavgirtina rewşa taybet bi Rojavayê Kurdistanê, parêzvanî li destkevtên xwe bikin. Hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li vê rewşa ku bi serê wan de hatiye, tevî xebitîn bo pêkanîna yekîtî û vekhevî li nav xwe de, bi hişayariyê ve reftar digel derfetan û gefên li ser xwe bikin.

Hizba Dêmokrat a Kurdiatana Îranê tevî pîrozbahîkirin li gelên Sûriyê û şermezarkirina serkut û cinayetên rêjîma Beşar Esed, hêviya cihgîrbûna aşitî û azadî li Sûriyê, hemû gelên li jêr desthilata reş a komara Îslamiya Îranê erxahîn dikin ku qedera dîktatoriya li Îranê jî wek qedera wan hemû dîktaroran dibe ku herifîn û bo hertim rûreş man. Bo bidestveanîna daxwaz û hivîyên xelkê Îranê, hewce ye ku hêzên siyasî yên dijberî rêjîmê, bi awayekî berpirsane kom bibin û bi girêdana hêz û giraniya xwe digel hêz û îradeya hertim qahîm a gelên welat, erkê xwe bi cih bînin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberî

21ê Sermaweza 1403 a Rojî

11ê Decembera 2024 a Zayînî

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

PWKyê Li Mêrdînê û Batmanê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kir
PWK: Em Girtina Derhênerê Kurd Kerem Tekoglu Şermezar Dikin
Îlham Ehmedê ji Trump re name şand: ‘Rê nedin ku Tirkiye êriş bike’
HSD: Li Minbic û Kobaniyê agirbest çênebû
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Be