Di derbarê referandûma nû û li ser sistema hilbijartina sîstema serokkatîya Tirkiyeyê de gelek nivîs û analiz tên kirin, lê ez ji di xwazim çend nokta li ser vê babetê nerîn û remanê xwe bînim ziman.
Nerînek : Hinek kês dibêjin kû ev referandûm ji bona me Kurdan tiştiki naynê û ne hevceyê Kurd bivin tarafê alîyekî .
„Ya rastî kîjan ji wan „ Erê“ jî „ Na“ jî bê hilbijartin jî ji bo gelên Kurdistanê tu tişt wê di Destûra nû û ya kevn nêyê guhertin. Kîjan bê hilbijartin wê bibe Destûra sîstema kolonyalîst ku Kurdistanê dagirtiye, her weha gelê Kurd ji hemû mafên netewî-demokratîk bêpar hêştiye. Ne karê me Kurdaye kî, em li ser serokkatîya sîstema kolonyalîst a dagirker çih sîstema Parlementerî ya ji sîstema serokkatîya Tirkiyeyê, divê nebe niqaşa me Kurdan.“
Nerînek din jî; her çiqas ji alîyekî ev gotinên kesên li jor tên gotin û li jor hatine rêzgirin rast bin ji, lê realîtêk din ya Kurdistana Bakur jî heyê û em gerek ji bîrnekin li Kurdistana Bakur hina ziman û çanda me nayê qebulkirin.Loma jî di bireveberîya sîstema kolonyalîst ku Kurdistanê dagirtiye û partîyên wan ji bona me Kurdan hinek ferqên biçûk bin ji heyê. Minak: Em dikarin bêjin di mesela pirsa Kurd û Kurdistanê de di nava Partîya MHP, CHP, HDP û AKP wek hevbigrin? Gelo di mesela Kurdan û gûhertinên li ser Kurdandê wextê di desthiladarîya AKP ê û ya Kemalistan de 94 salan de wek hevin? Bê guman gelek ferq di nava wan û sîyaseta wandê hene û em nikarin wan ferqa înkar bikin û nedînin.
Di sala 1980 an de Dayîk û Bavên me li girtîxana Amedê nikaribûn yek gotinêk Kurdî bi mere xeberbidin. Lê anha di bin şertên Avartê de ji em civîn û çalekîyên xwe bi kemani li bin Ala Kurdî pêk tînin.
Li gorî baverîya min ji bona me Kurdan sîstema serokkatîye baştirê ji ya Parlementerîya Tirkîye. Di Parlementoya Tirkîye de tu car Kurd nikarin bivin îxtidar û pirsgireka Kurdan di vê Parlementoyê we neyê halkirin. Lê di sîstama serokatîye de pirsgireka Kurd dikarê bi hesanî were çareserkirin. Ji xwê di sîstema serokkatîye de dikarê bi xwere sîstema ayaletîye ji bîne.
Mesele, ne“ de Facto“ ya Erdogan bûna; ez sîstema serokkatîye ji bona me Kurdan baştir dibînim. Wexta navê Erdoğan tê meydane ez ji ber we sedemê ji sistema serokatîye nikarim bêjim erê. Belki di rewşek dinde mesela serokatîye bahata pêş,, ye fikir û remanên min bi şiklekî din buna.
Em wek Kurd, em nikarin bêjin ew dewleta kolonyalîst e û ne karê me ye ku em bibin şirîkê hilbijartina referandûmê û ya serokkatîya vê dewletê. Ger mirov bi vê nêrînê li pêvajoyê binêre, di eslê xwe de divê mirov ji xeynî hilbijatîyên Mahalî pêve, beşdarî tu hilbijartinan nebe, di dezgehên vê dewletê de kar neke, eskerî neke, bacê nede, cuzdan û pasaporta vê dewletê neke bêrîka xwe û bi sedan û hezaran tiştên weha neke. Ger mirov weha bike, wê wextê mirov bi gotina xwe sadiq e û ji xera xwedê re ev îmkanên me Kurdan hebûna û heger îmkan û rewş weha bûna. We çaxê ev nerîn rasbun û ev nerîna weha li ser seran ser çavan. Lê mixabin rewşa me Kurdên Bakur û realîta me tiştikî dine û em ji we realîtê pir durun.
Pirsa min ji hemû parti û kesên di bêjin em xebatekî legal ya Kurd û Kurdistanî dikin. Gelo hilbijartinên Parlemento û hilbijartinên yên din ji eme „Boykut“ bikin ? Disa ême bêjin dewleta kolonyalîst ku Kurdistanê dagirtiye, her weha gelê Kurd ji hemû mafên netewî-demokratîk bêpar hêştiye. Ne karê me ye da kî derê Parlementoya sîstema kolonyalîst a dagirker. Ez di xwazim ev hevalên di bêjin ku em „boykut“, „Erê“ ya „Na“ bikin, nerîne wan li ser hilbijartinên din çihnê ?
Li gorî bawerîya min, bi kurtayî di derbarê hilbijartina referandûmê û serokkatîya Tirkiyeyê de, wexta em sîyasetê li Kurdistana Bakur bikin û heya Kurdistan Azad nebê, ez di bêjim gerek helvestekî me kurdan hebê. Loma ji ez dibêjim ji bona vê referandûma vê carê ya bas „ boykot e „ Lê ji bona hilbijartinên din ez „boykutê „ rast nabînim.
Lê ya dawî ez di xwazim bêjim, di encamê de partîya me çi biryarê bide ezê li gorî wê tevbigerim.