Divê kolberî were "ser ú ber" kirin!

Serokê giştî yê dadweriya Îranê, Îbrahîm Reîsî ragihand, divê kolberî li deverên sînorî “bi ser û ber” were kirin.

Serokê giştî yê dadweriya Îranê, Îbrahîm Reîsî ragihand, divê kolberî li deverên sînorî were “bi ser û ber”  kirin.

Serokê giştî yê dadweriya Îranê, Îbrahîm Reîsî, ku kesekî nêzîkî rêberê Îranê Elî Xaminêyî ye jî, duh çûbû bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê.

Li gorî medyaya Îranê, Reîsî li Sine behsa nehîştina gendeliyê kir û ragihand, ewê bi tundî li dijî gendeliyê xebat bikin.

Serokê giştî yê dadweriya Îranê li ser kolberiyê jî, ku her sal dibe sebeba kuştina bi dehan kurdên belengaz ji aliyê pasdaran ve, axivî û ragihand, divê kolberî bi pilan û bername bê kirin!

Hetanî niha rayedarên Îranê gelek caran behsa “sererastkirina” kolberiyê kirine, lê her cara ku vê yekê dibêjin, rêjeya kuştina kolberên kurd li ser sînoran zêde dibe!

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e