Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin!

Şeyhmus Ozzengîn

 

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, di bin siponsorîya nûnerekî Emerîka û piştgirîya Başûrê Kurdistanê de, ENKS û YNK "DAXUYANIYA HEVBEŞ JI RAGIHANDIN Û RAYA GÎŞTÎ RE!“ hat dayîn. Li ber çavê medyayê, endamên ENKS, PYD, HSD û siponsorê Emerîkî ev daxuyanî hat dan. Di van rojên ku çîyayên Kurdistanê di bin êrîşên Tirkîyê û Îranê de ye, helbet ev gav ber dilê me xweş dike û ev xeber, hêvîyekê dide me. Ji bona ku em di pêşewazîkirina vê daxûyanîyê de xeteya nekin û hêvîya me neşkê, divê em hişyar, xwedî agahî û bi mesafe nêzî vê bûyerê bibin. Lîstik û xefikên Tirkîye û Îran bibînin û tedbîrên xwe bistînin.

Tevgera sîyasî û leşkerî a li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bi metod û îdeolojî, bi qadro û metodên şer, bi stratejî PKK ye. Heta demek kurt jî ev wilo bû û hîn jî eşkere nebûye ku PYD, YPG û HSD çiqasî ji PKK û stratejîya malxerab a PKK azad, serbixwe wê di nav vê lihevhatinê de cîhê xwe bigirin û divêtîyên vê hevbeşîyê bînin cîh! Ev ne dîyare û ji bona hêvîyek birêk û pêk jî hîn zû ye.

Ev demeke bi serkêşîya Mazlûm Ebdî, siponsorîya Emerîka û piştgirîya birêz Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî dan û stendin di navbera PYD û ENKS de dimeşin. Tiştekî saxlem li ber çavan û eşkere derneketîye holê. Ji hêla sîyasî de li ser hinek xalan lihev kirine. Ev destpêka lihevhatinê ye û hêvîyê dide, ku wê gavên mezintir, hevpar bavêjin.

Gelo wê ev lihevkirin, bigihêjin astek bilind û wê PYD rêveberîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bi hêzên muhalefeta xwe (ENKS) re parve bike an na?

Gelo wê YPG ji bin bandora PKK derkeve û bi Pêşmergên Roj re qanih bibe, ku artêşek netewî milî a Başûrê Rojavayê Kurdistanê bêt avakirin?

Gelo di destpêka damezirandina vê yekitîyê de wê hêzên leşkerî ji bin bandora hizbî rizgar bibin û wê artêşek milî bikaribin ava bikin?

A girîng ewe ku ji PKK azad, wê Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê li ser axa xwe wê bikaribin îradeya xwe bikar bînin, an na?

Em van pirsên xwe li vir bihêlin û carek din wegerin ser pêşengîya Mazlûm Ebdî!

Di 20ê Gulana 2020 an de „yekitîyek netewî ji 25 hêzan“ (PYNK) hat îlankirin. Ev mîna lîstikekê avêtin ber ENKS. ENKS ev qebûl nekir û muhatabê xwe PYD îşaret kir. PKK û beşek ji kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê li henber vê daxwaza ENKS derketin û eşkere kirin ku; „va me ji 25 hizban yekitîyek (PYNK ) ava kirîye, bila ENKS were bi van re dan û stendinan bimeşîne.“(!) Lê ENKS nehat vê lîstikê. Lê ev hêl hîn jî di têkilîyan de ne zelale.

PKK û îradeya Qendîl, ticarî li „yekitîyek sîyasî nav Kurdan“ bi çavekî stratejîk mêze nekirîye. Hertim bi çavê di demên ku ketîye tengasîyê de, bi çavekî xwe ji tengasîyê rizgar bike, bi hesabên partîzanî, li tifak û yekitîyên nav mala Kurd nerîye. Ji ber wê jî ev 40 sale PKK di nav kurdan de xwe nêzîkî yekitîyek bingehîn û stratejîk nekirîye. Her bi çavê ku vê hêla kurdan ji bona xurtkirina xwe bikar bîne li „yekitîya nav mala Kurd“ nerîye.

Li 2012 an Hevlêr û 2014 an jî li Duhok, du hevpeyman hatin Îmzekirin di navbera PYD û ENKS de. Ev herdû peyman jî di bin çavdêrî û siponsorîya birêz Mesûd Barzanî de hatin Îmze kirin. Qandîl mudaxaleyî herdû peymanan jî kir û hîn ew endamên ku sînor derbas nekiribûn jî peyman binpê kirin.

Du hêzên ku di nav ENKS de cîh digirtin; El Wahde û Wîfaq sef guhertin û bi rêka van herdû hêzan peyman hilweşîya. Bi êrîş û qedexeyan hatin ser ENKS û dijminatîyek malxerabî destpê kir. Kujtin, girtin, zîndar kirin, qedexe kirin û avêtina dervê sînoran bi sîyasetek totalîter û bibandor xistin pêvajokê.

Vê sîyaseta totalîter li Başûrê Rojavayê Kurdistanê bû sebebê wendakirinê. Îro 80 ji% axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê ji destê kurdan derketîye. Nêzî 500 hezar Kurdê van herêman di qampên derdorê Hesekê de penaberin. Kurdên li ser axa xwe mane, rû bi rûyî xîzanîyek mezin bûne di van qampan de. Berî şerê navxwe yê Sûrî, 2,5 milîyon Kurd li Rojavayê Başûrê Kurdistanê li ser axa xwe bûn. Niha ev hejmar daketîye bin milîyonekê. Ku alîkarîya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Weqfa Xêrxwaza Barzanîyan nebe, wê Kurd li ser axa xwe jikestinek pir mezin bixwin. Bi demografîya van herêman têt lîstin û destdirêjîyek mezin li ser kurdên van herêman heye. Rewş, gîhaye astek ku bingeha jîyanê li van deveran bicarekê de rû bi rûyê wendakirine hatîye.

Li gor vê daxûyanîya ku PYD û ENKS bi siponsorîya Emerîka û piştgirêya Başûrê Kurdistanê daye, hêvîyekê ji kurdan re li vî beşê Kurdistanê çê dike. Merc û têkilîyên di navbera Kurdan de li vî beşê Kurdistanê ber bi nermbûnek erênî de diçe. Lê Îran û Tirkîye ji bona ev rêkevtin neçe serî, wê hemû pergalên didest xwe de û liber dest bikar bînin. Îro êrîşên ser xaka başûrê Kurdistanê jî beşek ji van karane.

Tenê hêvîyek min û xwezîyek min heye. Eger tirkîye û Îran bi van êrîşan re PKK raserî vê rêkevtinê nekin û bihêlin ku kurdên vî beşê Kurdistanê Îradeya xwe bikar bîne, wê biserkevin. Ev merc hene û Başûrê Kurdistanê jî piştgirê vê lihevhatinê ye.

A girîng ewe ku Kurd, sîyaseta Kurd li ser xaka Kurdistan îradeya xwe bikar bîne.

18.06.2020