Divê Kurd qedera xwe nedin destê dîrokê!

Şeyhmus Ozzengîn

Di Rojhilata Naverast de siyaset û hewlên parastina berjewendîyên netewî; mîna ewrên biharê ne. Di bin rojek germ û azmanekî vekirîde, ji nişka ve perçên ewrên reş li xwe kom dibim û li hev digerin. Digihên hev û mezin dibin, azman tarî dibe û dibe şîrqe şîrqa ewran, brûst vedidin. Di vir de yên ku fêrisên siyasetê bin, rê ji xwe re vedikin ku di bin tava teyrok û boranan de perîşan nebin.

Di demek wilo de kes qedera xwe teslîmî „bayê felekê, an jî dîrokê nake. Kurdan berî bi sedsalî, carek qedera xwe teslîmî dîrokê kirin û dîrokê biryara sedsalî „perçekirin û parvekirina Kurdistan û netewa Kurd, nîrên koletîyê" da.

Carek din nabe ku Kurd qedera xwe teslîmî şensê xwe bikin. Divê bi zanetî û b çalakî qedera çarenûsa xwe teslîmî çerxa dîrokê nekin. Divê ew fêrisê dîroknivîsek nû, çarenûsek nû û serkevtî bin ji bona pêşeroja netewa xwe bin.

Serkonsolosê Elmanya yê Hevlêr Marc Eichhorn, di hevdîtinekê de destê xwe datîne ser vê rastîyê û dibêje:

„Divê em, berî bi sedsalî (li Kurdistan)çi qewimîye ji bîr nekin. Berî bi sedsalî bê ku ji kurdan bêt pirsîn, axa kurdan hat dabeşkirin. Ji ber vê jî tiştên ku di dîrokê de li henber kurdan hatîle kirin pir giran e. Divê tiştên ku bi serê kurdan hatîye bidawî bê. Em baş dizanin ku Kurd şer naxwazin. Ji ber vê jî divê em piştgirîya wan bikin"

Di hundirê vê sedsala borî de çi qewimî ye ku Serkonsolosê Elmanya yê Hevlêr Marc Eichhorn dibêje; „Divê em, berî bi sedsalî li kurdistan çi qewimîye ji bîr nekin"(!)

Dabeşkirina Kurdistan;

Netewa Kurd, Ji bona bidestxistina mafê çarenûsa xwe bi dehan serhildan; raserî koçberî, surgûn, înkar, qirkirin, enfal, çekên kîmyewî bûne. Raserî pîlanên ji holê rakirinê, zîndan û asîmolasyonê bûne. Ev yek bi yek ceribanên ku bi netewên dagirker re Kurd nikarin jiyanek xweş û hevbeş bi asayî bimeşînin. Yên ku tenê karesata wan jenosîd be, nikare jiyanek hevpar bimeşîne. Ev rastîya dîroka sedsalî a Kurdistan e...

Li ser mijarê nerînên raya giştî zelal dibin:

Di van rojên borî de; Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê  Mesrûr Barzanî, bi heyetek bilind re serdana USA kir. Bi  Encûmena Asayîşa Netewî yê Qesra Spî Herbert McMaster û bi Şêwirmendê Serokê AmerîkaJared Kushner re hevdîtinên girîng pêkanîn. Di virde piştî dan û stendinan; Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê  Mesrûr Barzanî di daxuyanîyek çapemenîyê de got; "Herêma Kurdistanê dê wek hevpeymenek giring ê Amerîkayê bimîne.''(!)

Di eynî daxuyanîyê de, Encûmena Asayîşa Netewî yê Qesra Spî Herbert McMaster jî got; ''Peyvendiyên me yên bihêz li gel Kurdan heye û em dixwazin bihêztir bikin.''.

Ji hêla din de jî şêwirmendê serokê Amerîka Jared Kushner, di van hevdîtinên bi heyeta Başûrê Kurdistanê re eşkere kir ku;

Gelê Kurdistanê û rêveberiya wê pêwîste bizanebin ku xwedî dostên başin li Qesra Spî ya Amerîkayê."(!)

Di heman demê de ji Avustralya jî mesajek erênî hat. Li ser pirsa referandûmê û mijara serxwebûnê anîn ziman ku; „em mafê çarenivîsê û pirsa referandomê wek mafeke rewa yê gelê Kurd dizanin û rêz li îrade û biryarên gelê Kurd re digrin.''

Sê dewletên gire gir yên cîhanê, USA. Îngiltere û Elmanya ji bona ewlekarî û parastina bidestxistinên Kurd, Kurdistan û axa azad, biryara; „piştgirîya pirbiçekkirina arteşek netewî û modern" dane. Di vî warî de jî hewlên avakirina artêşa Kurdistan a netewî tên avêtin.

Li gor van agahîyan çi asteng li pêşîya gavên serxwebûnê hene?

Bi raya min astenga herî mezin Kurd bi xwe ne. Ji ber berjewendîyên hizbî û têkilîyên bi dewletên dagirker re ruhekî biqirêj derdikeve pêşberî me.

Berî bi mehekê biryara damezirandina  „heyetek netewî" ji bona hemû hêzên netewî hat dan ku, li herêmê, biçin Bexda  û ji bona „referandûm û serxwebûnê" têkiliyan bimeşînin. Lê heta niha hinek rêxistin û partîyên Kurdistan, hin nerînên xwe li ser „referandûm û serxwebûn a Kurdistan" û hin jî nûnerên xwe eşkere nekirine. Heta ji wan tê ji bona vê gava pîroz dibin asteng û bipaş de dixin. Dibin sebebê bipaşde xistina biryaran. 

XWe davêjin pişt berjewendî û nakokîyên hizbî û helwesta xwe a "partî û alî ne li gel serxwebûna Kurdistanê, li gel Iraq a yekgirtî" jî bi rewşek veşartî diparêzin. Divê kurd van rêxistinan nas bikin û bên eşkere kirin ku kî dibe sebebê bipaşde xistina vê biryara dîrokî!

17.05.2017