"Di dema xwendinê de giriyam
Ji bo meşê min bibe lawo, lingên min yên biquwet hene; dema ez li kêleka te bimeşim, ez ê xwe qet pîr nehesibînim...
Min vexwîne mala xwe kurê min.
Qet nebe rojeke yekşemê ; Ji bo firavîn an jî şîvekê.
Ji bo ku ez bi te ra bim û dilxweş bibim.
Kurê min, bi hezkirinê bi min ra bipeyive.
Bê sebir nebe, xwe hêrs neke; Em kal û pîr weke zarokanin, pir hez ji pesindayîn, kenandin û hembêzkirinê dikin...
Min ji jiyana xwe dernexîne, bi hêrs bi min re neaxive; hêja hişekî min ê zelal heye, hê jî bîranînên min ên berê hene.
Were, li mala min serdana min bike kurê min.
Ez tiştekî ji te naxwazim; Tenê hebûna te aramiyê dide min. Ez ê heta dawîya jîyana xwe bi hezkirinê li te binêrim.
Min xemgîn û bi tenê nehêle, ji min re nebêje ,here nav nivînan tû westiyayî kurê min. Ez li çavên te dinêrim. Bêdeng nebe, bi min re biaxive. Tu ne mecbûrî hevokên pir bi wate birêzbikî. Tenê bi min ra biaxive. Weke ku tû hê jî dengê xwe dibihîsî. Silav li hemû kesên ku, rêz didin bav û dayîkan. "
Ji ber parvekirina kirîvê Kazim Eryasr, (wêne û gotar yên birêz Ilker Pulat in)* hatiye wergerandin.