“Divê rewşa Kerkûkê bi lez were çareserkirin”

Fermandeyê Mîhwera Kerkûk-Pirdê yê Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî ragihand berpirsê vê rewşa nuha ya Kerkûkê artêşa Iraqê ye

Fermandeyê Mîhwera Kerkûk-Pirdê yê Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî ragihand berpirsê wê rewşa nuha ya Kerkûkê artêşa Iraqê ye. Herwiha wan ew yek çend caran hem ji hvpeymanan ra hem ji berpirsên Iraqê ra aşkere kiriye.


Fermandeyê Mîhwera Kerkûk-Pirdê yê Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî ji BasNewsê ra axivî û da zanîn ku roj bi roja rewşa emnî ya Kerkûkê ber bi xirabiyê diçe. Hemwelatiyên li nava bajêr in jî bi tirs dijîn. Herwiha Nûrî Heme Elî daye zanîn ku Iraqê çend hêzên ciyawaz li Kerkûkê bi cî kirine lêbelê heta niha wan hêzan nekarîne asayîşê û aramiyê li Kerkûkê bi cî bikin lewre her êvar hemwelatî tên kuştin û ew ne di xema polîs û hêzên Iraqê da ye.


Di berdewamiya xaftina xwe jî da Fermandeyê Pêşmerge Nûrî Heme Elî aşkere jî kir ku wan çend caran bo berpirsên Iraqê û hêzên hevpeymaniya navdewletê jî gotiye heger bi awayekî lezgîn çareseriyek bo rewşa Kerkûkê neyê dîtin wê ew rewş ji bin kontrola bi yekcarî derkeve.


 Li ser serdana şanda bo Hewlêrê jî Nûrî Heme Elî wiha got: “Aniha şandeka Bexdayê bo çareseriya kêşeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê li Herêma Kurdistanê ye. Guftugoyan li ser herêmên nakok û vegera Pêşmerge dikin em hêvîdar in bigihêne çareseriyeke guncaw bo Kerkûkê.


 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn