Divê Tirkiye fêhm bike ku Idlib axa Sûriyê ye!

Di van demên ku operasyona Idlibê nêzîk bûye de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muallîm li ser operasyonê, daxuyaniyek da û got ku em naxwazin ku em û Tirkiye bikevin singa hev. Lê belê divê Tirkiye jî fêhm bike ku Idlib axa Sûriyê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muallîm wiha berdewam kir: “Operasyona li dijî Idlibê hedef kiriye ku cîhadîstên li herêmê, paqij bike. Divê hêzên navnetewî jî vê tevgerê, wekî mafê Sûriyê yê hukumraniyê bibînin. Di 7ê Êlûnê de li Tehranê em ê ji bo pêşeroja Idlibê biryara dawî bidin.”

Di derbarê Kurdan de jî Muallîm wiha axivî: “Em ji birayên xwe yên Kurd re dibêjin ku ew jî parçeyekî Sûriyê ne, divê mirov li Amerîkayê ewle nebe. Bi Kurdan re em ji diyalogê re amade ne. Lê belê xetên me yên sor jî hene. Em nahêlin Sûriye parçe bibe.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes