Di Rojhilata Navîn de dawî li pirsgirêkan nayê. Mîna werîsekî ku girêkên kor, yek li ser a din bêt girêdan; her girêkek, ku vedibe, yeka din dirdikeve ber me.
Li herêmê, divêtî bi çareserîyên radîkal heye. Divê ew siyaseta ku sedsale bi parastina “statukoya li Rojhilata Navîn” dimeşe, neşter lê bikeve û bêt guhertin. Tifaqên nû, dewletên nû bên avakirin, ku aktorên nû di siyaseta herêmê de cîhê xwe bigirin. Pêşî li kevnesiyaseta herêmê û aktorên herêmê bêt girtin.
Sebeba pirsgirêk û şerrê heyî, yek jê jî enerjîya herêmê bixwe ye. Bi pirsgirêk û tifaqên heyênî, ev enerjî bi hêsanî nikare derbasî bazara cîhanê bibe. Ji ber ku aktorên herêmê (Tirkîye û Îran) li angora berjewendîyên xwe pêşî lê digirin. Ev jî ji hêzên kêmquwet yên herêmê û ji aktorên mezin yên cîhanê re asteng in.
Çima Neft û gaza Iraq û Başûrê Kurdistan, di ser Başûrê Rojavayê Kurdistan re nagihêje Bahra Spî û di ser Yewnanîstanê re nakeve bazara cîhanê?
Çima Başûrê Kurdistan û Iraq mahkûmê Tirkîye ne?
Tirkîye mutacê nefta Îran e. Nefta Başûrê Kurdistan û Iraq di ser Tirkîye re digihêje bazara cîhanê. Ev jî rolekî dide Tirkîye ku, li ser dorpêça ser Îran bibe xwedî gotin. Divê rêyek ji Neft û gaza Iraq û Kurdistan re bêt vekirin, ku Tirkîye li ser dorpêça ser Îran nebe xwedî rol. Ev rê jî, li ser esasên nû, avakirina tifaqek nû di navbera Îsraîl, Kibris, Yewnanîstan û herdû beşên Kurdistan de ye.
Ji ber vî rolê Tirkîye, li herêmê li angora pîlanên nû, Tirkîye xwedî hewlên nû xuya dike. Wek kirîna S-400an ji Rusîya, wek kirîna nefta Îran, wek avakirina “herêmek Ewle” li Sûrîye.
Emlerîka dikare çi bike ku ev qozên di destê Tirkîye de vala derkevin?
Yek ji van rêyan di herêmê de avakirina tifaqên nû ne. Tifaqên Emerîka û YA li herêmê kevin bûne û rolê wan zeîf ketîye û bêbandor manê. Divêtî bi dînamîzmek nû heye. Ev jî bi hewlên radîkal yên guhertinan re têt avakirin. Di herêmê de dînamîzmên nû kî ne?
Îsraîl, divê di sîyaseta Rojhilata Nâvîn de û têkilîyên bi kurdan re aktîf bibe. Hêza dûyem jî Kibris û Yewnanîstan e. Li henber demoralîzekirina Tirkîye, divê Emerîka piştê bide Kibris û Yewnanîstan jî.
Hêza din Kurd in. Di herêmê de Kurd, dînamîzmek nû û zînde ne. Ji 2014an û heta niha, têkilîyên Emerîka û hêzên Hevpeymanan bi kurdan re di warekî aktîf de dimeşe. Li hember DAÎŞ Emerîka û Hêzên Hevpeymanan bi kurdan re karkirin. Serkevtinên mezin û hevpar tomarkirin. Vê hevkarîyê wek tifaqek nû, dînamîzmek derxist pêşberî me li herêmê. Têkilîyên kurdan bi Îsraîl, Kibris û Yewnanîstan re jî di astek baş de ne. Emerîka û hêzên Hevpeymanan dikarin di vî warî de bibin pêşengên avakirina vê tifaqê li hember kirinên Îran û Tirkîye.
Ji ber ku berjewendîyên Îran û Tirkîye di parastina statûkoya herêmê de ye. Bê ku ev statûko bêt perçekirin, ne Îran û ne jî Tirkîye bipaşde gavan navêjin û zeîf nakevin.
Di çareserkirina pirsgirêkên Sûrîye de nezelalîyek heye û ev her berdewam dike. Aktorên Opozîsyona Sûrîye ji taqet ketin û bûn hêzên çekdar yên wekaleta şer. Ji van hêzan, wek opozisyonê, hêzek siyasî, bibandor ku rolê xwe bilîze dernakeve. Ev yek ji astengên pêşîya çareserkirina pirsgirêkan bi xwe ye. Ji ber ku îrada wan hêzên îslamîst ketîye bin îpotekê û destê Tirkîye û Îran xurt dike ev.
Tenê li Başûrê Rojavayê Kurdistan di destê Emerîka û hêzên Hevpeymanan de HSD û YPG maye. Ji ber piresa aktorên herêmê, Emerîka û Hêzên Hevpeymanan bi têkilîyên bi van herdû hêzan re metirsîdar tevdigerin. Ev jî ji ber tinebûna tifaqeq nû ye. Eger li henber Îran û Tirkîye gavên tifakek nû li henber berjewendîyên van herdû aktorên herêmê bêt honandin, wê pêşî li Tirkîye û Îran bêt girtin. Di vir de hin Emerîka û hin jî Hêzên Hevpeymanan aktîf tevnagerin û hîn bi “parastina statûkoya Herêmê” tevdigerin. Ev jî çareserkirina pirsgirêkan her taloq dike û hewlên nû dernaxîne holê.
Wezîrê Derve yê Emerîka Mike Pompeo dibêje; “ji bona ku Kurd li ser danûstendinên aşitîyê li masê rûnên emê rolê wan garantî bikin.”
Mixabin dema ku Tirkîye dibe mudaxîl, li Surîye, Emerîka bipaş de gavê davêje. Eynî pirsgirêk li Başûrê Rojavayê Kurdistan, di avakirina “Herêmek Ewle” de jî derdikeve ber me. Ji bona parastina beşek ji axa Kurdistan, herêmek ewle di bin parastina Emerîka û Hêzên Hevpeymanan de, gavek pir girînge. Tirkîye û Îran vê gavê asteng dikin. Di virde Emerîka li henber Tirkîye radîkal tevnagere. Ji ber ku hîn jî xwe deyndarê tifaqa bi Tiurkîye re û endamtîya Tirkîye a bi NATO re dibîne. Ev jî asteng in ji gavên nû re.
Ji bona ku di herêmê de tifakek nû bêt avkirin, divêtî bi başkirina têkilîyên Başûrê Kurdistan û Başûrê Rojavayê Kurdistan heye. Bê ku ev têkilî di astek Kurd û Kurdistanî de bên avakirin, Kurd nikarin di tifaqek wilo de cîh bigirin. Ev jî bi du şertan re pêk tê.
Divê yekem; Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan di nav xwe de tifakek netewî ava bikin û xwe amadeyî têkilîyan bikin.
A duyem jî; ev ênîya Kurd û Kurdistanî divê bi hikûmeta Başûrê Kurdistan re têkve tifakek netewî, ku bikaribe li ser stratejîya nû a herêmê, di nav tifaqên nû de cîh bigire. Eger ev nebe, Kurd perçe perçe bimînin, şertên ku Kurd di nav tifaqên nû de bibin xwedî rol bidest nakeve.
Li ser têkilîyên Başûrê Rojavayê Kurdistan Fransa rolekî dilîze. Ji bona ku PYD û ENKS di ênîyek Kurd û netewî de bên cem hev, hinek danûstendinan dimeşîne, rolekî dilîze. Emerîka jî dikare ji bona nêzîk kirina desthilatdarên herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistan rolekî bilîze.
Hin ev rolê Fransa û hin jî rolê Emerîka wê pêşî ji tifaqên nû re veke, ku Kurd jî wek hêzek nû ya herêmê di nav vê tifaqê de cîh bigire û rolê xwe bilîze.