Çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê li Diyaleyê 2 hemwelatî revandin û 2 hemwelatî jî kuştin.
Ligor medyaya Iraqê belav kiriye rêxistina terorîstî ya DAIŞê êrîşî çend deveran li parêzgeha Diyaleyê kir û 2 şivanên herêmê revandine û 2 şivan jî kuştine.
Berpirsekî artêşa Iraqê ji medyaya welatê xwe re aşkere kiriye DAIŞê êrîşî gundê xezal ê nahiyeya Kenan a Diyaleyê kiriye.
Cihê behsê ye demeke DAIŞ rojane êrîşan pêk tîne û xelkê sivîl û hêzên Iraqê dike armanc û Heşdî Şabî û artêşa Iraqê jî nikarin rêliber wan êrîşan bigirin.