Saziya Marka û Patentan a Tirkiyeyê ragihand ku Diyarbekir wek “Bajarê Şaristaniyan” hatiye tomarkirin. Nûnerên saziyên sivîl dibêjin ev gav dê bibe wesîle ku sala bê hijmara geştiyarên serdana Diyarbekir kirine ji 1 milyonî derbas bike.
Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir ji bo ku Diyarbekir wek Bajarê Şaristaniyan were qebûlkirin û tomarkirin serî li Saziya Marka û Patentan a Tirkiyeyê dabû. Hat ragihandin ku serîlêdan hatiye pesendkirin û bi awayekî fermî êdî Diyarbekir wek Bajarê Şaristaniyan were pênasekirin. Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir amaje kir ku dîroka Diyarbekir heta 12 hezar û 500 salan diçe û mazuvaniya 33 şaristaniyan kiriye ku hêjayî vî navî ye. Geştiyarnas jî dibêjin piştî ku Bircên Diyarbekir û Baxên Hewselê ketin lîsteya UNESCOyê ev biryar jî dê bibe wesîle ku Diyarbekir bêhtir balê bikêşe.
Geştiyarnas Dogan Şan ji K24ê re diyar kir: “Diyarbekir şaristaniyeke mezin û girîng e. Ji her aliyê cîhanê geştiyar berê xwe didin Diyarbekirê, hefteya bê jî komek ji Denmarkê tê. Piştî ku ket UNESCO û ev patent jî stand dê êdî bêhtir geştiyar bên Diyarbekir.”
Nûnerên saziyên sivîl jî dibêjin her bajarekî ku wek navendên geştiyariyê deng vedane bi navek taybet tên pênasekirin ku Mêrdîn Bajarê Pêkvejiyanê, Riha Bajarê Pêxemberan; êdî Diyarbekir jî bi awayekî fermî xwedî navek hêja ye û ev nav li Diyarbekir tê.
Serokê Komeleya Geştiyarî û Danasînê yê Diyarbekirê Edîp Paçal ji K24ê re diyar kir: “Diyarbekir di Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê de xwedî cihek hêja û taybet e û her sal ji aliyê hejmara geştiyaran ve piştî Mêrdîn û Ruhayê di rêza sêyem de bû. Ez bawer im bi vê gavê êdî dê Diyarbekir bêhtir geştiyaran bikêşe. Divê saziyên sivîl û hemu heskiriyên Diyarbekir bo danasîna Diyarbekir çi ji destên wan were bikin.”
Li gorî daneyên Gerînendehiya Geştiyarî û Çandê ya Diyarbekir di 11 mehên îsal de 613 hezar û 858 geştiyaran serdana Diyarbekir kirine û piştî ku Diyarbekir wek Bajarê Şaristaniyan hat tomarkirin jî geştiyarnas di wê baweriyê de ne ku sala bê hijmara geştiyaran bigihîje derdora 1 milyonî.
Nûçe: Kurdistan 24