Diyarbekir | Bi îdiaya ku Ala Kurdistanê vekirine herî kêm 5 kes hatin desteserkirin

.

 Hat ragihandin bi îdiaya ku di lîstika Amedspor-Bursasporê de Ala Kurdistanê li stadyumê bilind kirine, herî kêm 5 kes hatine desteserkirin.

Li Diyarbekirê piştî lîstika Amedspor-Bursasporê ya ku şeva borî li Diyarbekirê hat lîstin, bilindkirina ala Herêma Kurdistanê bû rojev.

Hat zanîn ku Parêzgariya Diyarbekirê û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser kesên eleqedar pêvajoya hiqûqî û lêpirsîn dane destpêkirin.

Herwiha hat eşkerekirin, do êvarî li Diyarbekirê herî kêm 5 kes ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê hatine desteserkirin û lêpirsîna kesên desteserkirî li Şaxa Rêveberiya Ewlekarî ya Diyarbekirê berdewam e.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn