Diyarbekir Ji Rûreşiyekê Xilas Dibe

Receb Dildar

Li gorî medya behs dike, avahîyên ku li ser Çiyayê Çilsuwaran hatibûn lêkirin niha tên xerakirin û Dîyarbekir ji kirêtîyeke pir mezin xelas dibe. Şaredarîya ku peyva “ekolojîk” ji ser zimanê xwe kêm nedikir, ji bo ranteke qirêj seyrangeha Amedê ji îmarê re vekir û da destê bazirganan. Li gorî tê gotin wê 725 malên ku hatine lêkirin bên xerakirin. Ev ji bo min kêfxweşîyeke mezin e. Lewra min li ser vê meselê di 04.03.2014an de li ser facebookê gotarekê belav kiribû û nerazîbûna xwe eşkere kiribû. Nivîsa mina wê rojê li jêr e, ji bo hevalan pêşkêş dikim.

 

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=826154514067938&set=pb.100000201915797.-2207520000.1514584813.&type=3&theater

 

Çiyayê Çilsuwaran û Amed

Amediyan hêleke Geliyê Dîjleyê wenda kirin, ez bixwe gelek xemgîn im.. Û ez bawer im ku niha Dîjle jî ji ber vê rewşê xemgîn diherike.. Hêvîdar im ku ev nivîs bala şaredarên Amedê bikişîne û hinek li ser rewşa Çiyayê Çilsuwaran biponijin. Gava tu li Deriyê Mêrdîn derdikevî ser Birca Şemsiyan û berê xwe didî Çemê Dîjleyê li wî aliyê çem Çiyayê Çilsuwaran wek rasteke dûz li pêşberî we disekine. Li hêleke Geliyê Dîjleyê Sûrên Amedê bilind dibin li aliyê din jî Çiyayê Çilsuwaran. Li herdu aliyên çem, Çiyayê Çilsuwaran û Sûrên Amedê wek tabloyeke bêhempa hevdu temam dikin. Yên derdikevin ser sûrên aliyê başûr berê xwe didin Çiyayê Çilsuwaran û yên dixwazin ji dûrî ve li Sûrên Amedê temaşe bikin jî diçûn li ser pozê zinarekî Çiyayê Çilsuwaran rûdiniştin û xwe diavêtin nav deryaya dîroka kambax. Rêya Mêrdîn ya berê di qeraxa çemê Dîjleyê re, di ber Çiyayê Çilsuwaran re ber bi başûr ve diherikî û heta sî çil sal berê jî, rêya rojhilatê Amedê di ser Pira Dehderî re, hêdî hêdî hildikişiya Çiyayê

Çilsuwaran û di ber re derbas dibû diçû. Çiyayê Çilsuwaran di nav gelek stran û efsaneyên Diyarbekirê de cî girtiye. Ji ber wê, li ber çavên Diyarbekiriyan wek ciyekî pîroz tê dîtin. Niha jî gelek kes diçin ser Ziyareta Çiyayê Çilsuwaran û li miradê dilê xwe digerin. Li gorî efsaneyê karwanekî ku ji çil suwaran pêk tê gava ji Diyarbekirê derdikevin û di ber Çiyayê Çilsuwaran re derbas dibin li ser kaniyekê avê vedixwin ku niha ev kanî li rojhilatê çiya ye û li ser keviyê Dîjleyê ye. Herkesê ku diçe ser kaniyê di nav avê de rûyê keçeke xweşik dibîne.. Her çil suwar jî dibin evîndarê keçikê. Ji ber wê ji bo dîtina keçikê karwan her roj rêya xwe di ber Çiyayê Çilsuwaran re derbas dike. Gava carek din karwan tê, keçik ji Xweda re dua dike û dibêje; ya Rebbî her çil jî evîndarê min bûne min ji vî derdî xelas bike û ber bi şikefta ku av jê tê ve dibeze.. Bazirganên karwanê yeko yeko li dû keçikê diçin lê tu kes ji şikeftê paşde venagere.. Loma ji wî çiyayî re gotine Çiyayê Çilsuwaran. Heta çend sal berê jî Çiyayê Çilsuwaran bi taybetî jî danê êvarê piştî ku tîna tavê dişikiya ji bo Amediyan seyrangeheke gelek xweş bû. Şêniyên Amedê him bi Geliyê Dîjleyê çavên xwe miz didan, him jî li wî ciyê hênik çaya xwe vedixwarin.. Gelek kes berêvaran diçûn wê derê û li dora menxela kebabê demeke xweş derbas dikirin. Ez bixwe jî, gelek caran bi zarokên xwe re çûme wê derê û li ser zinarên Çiyayê Çilsuwaran, li hemberî Sûrên Diyarbekirê ketime nav xem û xeyalan. Lê mixabin ew derfet îro ji destê amediyan derketiye.. Şaredarên Amedê hewl nedan ku ev seyrangeha xweş bikin malê hemû amediyan.. Wî Çiyayê ku di nav çanda Amedê de wek ciyekî pîroz tê zanîn, ji îmarê re vekirin û niha lodên betonê li ser wê derê bilind dibin.. Seyrangeha ku malê hemû amediyan bû, niha dilê çend heb dewlemendan xweş dike. Bi ya min, hîn jî derfet heye û şaredar dikarin Çiyayê Çilsuwaran ji destê kesan derxên û bikin malê gel. Di vê mijarê de divê hemû amedî Şaredariya Amedê hişyar bikin û hewl bidin ku çareyek ji vê rewşa nexweş re bê dîtin. Amediyan hêleke Geliyê Dîjleyê wenda kirin, ez bixwe gelek xemgîn im.. Û ez bawer im ku niha Dîjle jî ji ber vê rewşê xemgîn diherike.. Hêvîdar im ku ev nivîs bala şaredarên Amedê bikişîne û hinek li ser rewşa Çiyayê Çilsuwaran biponijin. Diyarbekira kevn û sûrên Amedê herî xweş ji ser Çiyayê Çilsuwaran dihat temaşe kirin.. Lê ji ber ku niha avahiyên ripîreş li ser bilind dibin û nobedar nahêlin tu kes herin ser wê, nifşên nû yên amedî ji vê

dîmena xweş bêpar dimînin. Ez wisa difikirim ku nifşên li dû me were, wê ji bo Çiyayê Çilsuwaran hesab ji me bipirsin.. Û ev gunehkarî ya me hemûyan e..