Sibê eîdîya qurbanê ye. Li Diyarbekirê bi taybet jî li taxên Alipaşa û Lalebega navçeya Sûrê esnaf ji rewşa xwe nekêfxweş in. Di arefata cejna qurbanê de îşê wan nebaş e û gazin ji dewleta Tirk dikin ku çima xaniyên wan hildiweşînin û zorê didin xelkê ku ew terka malên xwe bikin.
Nanpêjê taxa Lalebegê Zekî Çelik dibêje; piştî hilweşandinê gelek terka Sûrê kirin yên mayî jî ne di atmosfera eîdîyê de ne. Berê ji eîdêyê re hefteyek dima siparîşên kulîçe/çorekan dihat û însan diketin dorê û bîhna xweş a çorekan li tevayîya taxê belav dibû. Lê niha ev tuneye û kuçe viqî-vala ne.
Niha kêfa eîdîyan nemaye tenê ji bo zarok zanibin eîdî çine ji wan ra mecbûrî dîyarî dikirin û dikevin binê deynan; û pîrê caran zarokan bi xwe re nabin çarşiyê ji ber dilê wan diçe tiştan ew nikarin bikirin.
Berberê taxa Alipaşayê Murad Ada dibêje; mişteriyên wî sabît in û piştî valakirina taxê karê wî ne baş e, berê di erafta eîdîyan de bav zarokên xwe digirtin dihatin berber û diketin dorê; him ew û zarokên xwe tiraş dibûn û ew qet vala nedisekinîya lê niha kar tuneye; ew diçe qahwexaneya cîran ji xwe re rûdinê.