Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Dîyarbekirê polîsan heşt kes desteser kirine. Yek ji wan kesên jî Dr. Necdet Îpekyûz e.
Dr. Necdet Îpekyûz yek ji mafparêzên navdar e. Ew serokê Dîwana Birêvebir a Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê(DISA) ye, yek ji endamên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) ye û serokê berê yê Odeya Tabîban e.
Ew kesên din yên hatine desteserkirin ev in: Serokê berê yê Odeya Tabîban Dr. Şemsettîn Koç, Dr. Selçûk Mizrakli, seroka Berê ya Sendîkaya Kedkarên Tendurîstiyê Hulya Alokmen, Dr. Cengîz Gûnay, Sadrettîn Kaya, Firat Tosun.