Dizê boriya nefta Kerkûkê hat girtin!

Polîsê şîrketa nefta bakur ragehand, ku bi armanca dizîna neftê rasterast boriya bîrekî nefta sînorê parêzgeha Kerkûkê hatiye kun kirin û tanker lê tê tejî kirin.


Polîsê şîrketa nefta bakur ragehand, ku bi armanca dizîna neftê rasterast boriya bîrekî nefta sînorê parêzgeha Kerkûkê hatiye kun kirin û tanker lê tê tejî kirin.

Li gor daxuyaniya beşa ragehandina polîsê şîrketa nefta bakur hat ragehandin, piştî kom kirina zanyariyên li yek ji bîrên nefta Bay Hesen a li sînorê bajarokê Dubiz a ser bi parêzgeha Kerkûkê, rewşa diziya neftê hat aşkera kirin.

Daxuyaniyê de hat gotin, bi boriyekî sê înc ku rasterast ji bîra neftê ve hatiye kêşandin, tanker dihate tejî kirin û dizî dihate kirin.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne