Dmitry Peskov bi koronayê ket

Berdevkê koşka Serokatîya Rûsyayê Kremlînê, Dmitry Peskov bi vîrusa nû ya koronayê anku COVID-19 ket.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê koşka Serokatîya Rûsyayê Kremlînê, Dmitry Peskov bi vîrusa nû ya koronayê anku COVID-19 ket.

Berdevkê koşka Serokatîya Rûsyayê Kremlînê, Dmitry Peskov bi xwe di daxuyanîyekê de ji ajansa Ria Novosti ya Rûsî re gotîye, ku pişkinîna koronayê ya wî pozîtîv derketîye û ew niha li nexweşxaneyê ye.

Dmitry Peskov da zanîn ku niha li nexweşxaneyekê çareserî ji wê re te kirin.

Di demên bihorî de Serokwezîrê Rûsyayê, Mîxaîl Mişustîn  Wezîrê Avedankirinê Vladimir Yakuşev û Wezîra Rewşenbîrîyê Olga Lubimova bi vîrusa COVID-19 ketibûn.

Herwiha pêştir hejmarek parlamenter û berpirsên din ên Rûsyayê jî tûşî koronayê bûbûn.

Hat zanîn ku ev zêdeyî mehekê ye peywendîya rûbirû ya Peskov û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn nebûye.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e