DMMEyê derbarê Demîrtaş û parlamenterên HDPê de biryar da

.

DMMEyê di biryara xwe de diyar kiriye ku ji ber rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPyê, mafê wan ê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îro biryar daye ku biryara rakirina parêzbendiya 40 parlamenterên Partiya Dad û Geşepêdanê (HDP), li dijî Destûra Bingehîn e û mafê wan ê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin. Dadgehê beriya niha jî bi heman rengî biryarek dabû. 

Tirkiye bi cezayê pereyan hatiye cezakirin

Parêzer Ramazan Demîr ê ku li DMMEyê wekîlê Demîrtaşî ye wiha nivîsiye: “DMME, biryara xwe ya derbarê rakirina parêzbendiya 40 parlamenterên HDPyî de aşkere kiriye.” 

 

DMMEyê her weha ji bo her parlamenterî Tirkiye bi 5 hezar euro cezayê pereyan ceza kiriye. Tirkiye wê mesrefa dadgehê jî bide. Li gorî vê encamê Tirkiye bi 200 hezar euro cezayê pereyan hatiye cezakirin. 

Di sala 2016an de Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) xwestibû Destûra Bingehîn biguherîne û  Partiya Gel a Komarî (CHP) jî piştgirî dabû. Bi vê guhertinê re parêzbendiya parlamenterên HDPyî rakiribûn û dest bi dadgehkirina wan kiribûn. 

"Azadiya xwîfadekirinê hatiye binpêkirin"

Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê ji bo guhertina navborî wiha gotibû: “Her çend li dijî Destûra Bingehîn be jî em ê jê re bibêjin ‘erê’.”

Mahsûnî Karaman, yek ji parêzerên Demîrtaşî jî derbarê biryara DMMEyê de wiha nivîsiye: “Ji ber ku di 20ê Gulana 2016an de parêzbendiya 40 parlamenterên HDPyî hate rakirin û ew hatine dadgehkirin, DMMEyî îro bi biryara Encu/Tirkiyeyê, diyar kir uk mafê wan ê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin.”

 

DMMEyê ji bo Demîrtaşî heman biryar dabû

Beşa Mezin a DMMeyê beriya niha ji bo Selahattîn Demîrtaşî jî bi heman rengî biryarek dabû û gotibû ku mafê “azadiya xweîfadekirinê”, “azadî û ewlehiyê” û yê “hilbijartina azad” li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatine binpêkirin.

Tirkiye yek ji wan welatan e ku PMME îmze kiriye. Ji ber wê ye jî neçar e vn biryara pêk bîne.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir