DMMEyê gotiye ku “azadiya xweîfadekirinê û ya çapemeniyê” ya rojnameger Mahir Kanaat û Tunca Ogretenî hatiye binpêkirin. Maîlên Berat Albayrakî hatibûn hackkirin û Ogreten û Kanaatî naveroka wan maîlan kiribû nûçe. Ji ber vê jî hatibûn girtin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gotiye ku ji ber hatine girtina mafê rojnameger Mahir Kanaat û Tunca Ogretenî hatiye binpêkirin. RedHackê maîlên Berat Albayrak, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yên wê demê hack kiribû û Kanaat û Ogretenî jî naveroka wan maîlan weke nûçe weşandibûn.
Dadgehê gotiye ku weşandina wan maîlan “azadiya çapemeniyê ye” ku wê demê li ser WikiLeaksê jî hatibûn weşandin.
Dadgehê her weha gotiye ku bêyî delîlên berbiçav pêşkêş bikin bi tohmeta endamtiya rêxistinê hatine girtin û ev jî ne hiqûqî ye.
Dadgehê her weha diyar kiriye ku rayedaran nekarîbûn sedemên biryara desteserkirin û girtina wan baş nîşan bidin û ji bo tohmeta ku têkiliya Tunca Ogretenî bi “DHKP/Cyê” re û ya Mahir Kanaatî jî bi “FETO/PDYyê” re heye “ti delîl û zanyarî nînin.”
DMMEyê di biryara xwe de gotiye ku dadgeha biryara girtinê daye “li gorî kêfa xwe ev biryar daye.”
Dadgehê her weha gotiye ku ji ber lêpirsîn nepen hatiye kirin parêzerên rojnamegeran nekarîbûn birêkûpêk dosyayê bidest bixin û nekarîbûn li dijî biryara girtina xwe derkevin û ev jî li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji ber van sedeman gotiye ku “mafê azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê” û “mafê azadî û ewlehiyê” yê Ogreten û Kanaatî hatine binpêkirin. Li gorî vê biryarê jî 38 hezar û 250 Euro ceza daye Tirkiyeyê.
Wê Tirkiye 5 hezar û 700 Euro qerebûya madî bide Tunca Ogretenî û 14 hezar Euroyî jî bide her yek ji rojnamegeran. Her weha 2 hezar û 250 Euro mesfera dadgehê jî li stuyê Tirkiyeyê bar kiriye.