DMMEyê serlêdana bo Eskîfa ku piştî çend mehan dê di bin avê de bimîne red kir.
Di biryara ku ji dengdana piraniya endamên dadgehê 'redkirina serlêdanê derket de hat gotin serlêdan ne guncawî hukmên Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê ye û heta niha di navbera welatên endam de, li ser parastina jînwarên çandî û tevlêkirina wê li Peymannameyê helwesteke hevpar û têgihiştineke hevpar nîne.
Di xebatên li ser Eskîfê derketibû holê ku ji sala 3500 heta 12 sedsalan daneyên arkeolojîk derketiye holê.