Şaredariya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin peykerê ku bi mebesta bîranîna 16 kesên di Newroza sala 1992an de hatibûn kuştin, hatibû çêkirin rakir.
Qeyûm Ergun Baysal wêneyên rûxandina wî li ser hesaba xwe ya medya civakî xwe belav kir.
Li bajarên Kurdan ku ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin gelek peyker û nirxên Kurdî tên rûxandin û rakirin.