Carekê din li seranserê bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 100 hezar doktor û xebatkarên tendurustiyê di 15ê Hezîranê de bi maweya rojekê kar dan rawestandin û ketin greve.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 100 hezar doktor û xebatkarên tendurustiyê li ser banga 11 saziyên tendurustiyê, di 15ê Hezîranê de kar dan rawestandin û ketin grevê.
Greva doktor û xebatkarên tendurustiyê rojekê berdewam kir. Bijîşk û xebatkarên tendurustiyê ji bo şert û mercên wan ên kar û mehaniya wan bê başkirin û her wiha ji bo ku li dijî yasaya tendurustiyê ya hikûmetê dengê xwe bilind bikin ketin greve.
Doktor û xebatkarên tendurustiyê, ji hikûmetê daxwaz dikin ku şertên kar bê hêsankirin, mûçeya wan li gorî şertên enflasyonê bê sererastkirin û yasaya tundiya li dijî xebatkarên tendurustiyê bê derxistin. Her wiha 11 saziyên tendurustiyê, li dijî yasaya tendurustiyê ya hikûmetê derdikevin û daxwaz dikin ku yasa jinûve li gor berjewendiyên wan bê sererastkirin.
Bi sedan doktor, hemşire, teknisyen û xebatkarên tendurustiyê li Stenbolê li ber Fakulteya Tibê ya Çapayê civiyan û di nav nexweşxaneyê de meşiyan.
Rêveberê Yekîtiya Tebîbên Tirk Prof.Dr.Onur Hamzaoglu got: “Em dixwazin yasaya li dijî tendurustiyê li gor şertên kar bê amadekirin. Her wiha em dixwazin mafê gel yê tendurustiyê bê parastin. Ji loma jî em li vê dere ne.”
Xebatkarê Tendurustiyê Delil Akca jî got: “Em ji bo mafên xwe li vê dere ne. Nexweş nikarin randevu bigrin. Heke dibinin jî mafê wan ê muayeneye 5 deqe ye. Bijîşkek nikare div ê maweyê de wan muayene bike û nexweşîna wan çareser bike. Ji loma jî em van çalakiyan lidar dixin.”
11 sazî û rêxistinên tendurustiyê bi pêşengiya Yekîtiya Tebîbên Tirk TTB û Sendîkaya Kedkarên Tendurustiyê SESê, daxwaz dikin ku şert û mercên wan ên kar, mafên wan ên pîşeyî û teqawidiyê û her wiha mehaniya wan bê başkirin din av salekê dawî de ji deh caran zêdetir in ku kar didin rawestandin û dikevin grevê.
Bijîşk û xebatkarên tendurustiyê dîsa bi heman daxwazan îja di ser de jî ji bo li dijî yasaya tendurustiyê ya ku li Parlamentoyê tê gotûbêjkirin derkevin dengen xwe bilind kirin.
Rêveberê bere yê Odeya Tebîbên Stenbolê Guray Kiliç jî got: “Bi vê yasaya nû detshilat mûçeya doktorên teqawid nîvî nîvî kiriye. Her wiha mûçeya doktorên ku nexweşxaneyên kamuyê dixebitin zêde nekirine, bes li gorî performansa wan bêyî mîsoger bikin amade kirine.”
Xebatkara Tendurustiyê Deniz Akay Yildirak jî dibêje: “Em dixwazin şertên me, meaşê me û mafên me bên başkirin. Em vê yekê him ji bo xwe, him jî ji bo nexweşan dixwazin.”
Bi hinceta ku şert û mercên kar û mehaniya wan ne baş e, di sala 2021an de 1405 doktor de Tirkiyê terikandibûn û li welatên Ewropayê bicih bûbûn. Li gorî saziyên tendurustiyê îsal wê ev hejmar zêdetir bibe, lewra ew li bendê ne ku 3 hezar û 325 doktor biçe derveyî Tirkiyê.