Erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an ku navenda wan Pazarcik û Elbîstana Mereşê pêk hatin, bandor li 11 bajaran kir.
Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) li bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Edene, Adiyaman, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê 39 hezar û 672 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî AFADê, piştî erdhejan 4 hezar û 734 erdhej pêk hatin.
Bijîşka bajarê Dihokê ya Herêma Kurdistanê Sara Doskî ya 60 salî ji bo alîkariya birîndarên erdheja ku li 11 bajaran hejandibû hat Dîlokê.
Doskî ji K24ê re diyar kiriye: “Em di nava gel de dimeşin, kesên ku birînên wan hene derman dikin. Em nexweşên li kolanan dibînin û alîkariya wan dikin.”
Dr. Doskî da zanîn, "Gava ku ez êşa mirovan dibînim, ez zehmetiyên ku me dîtibûn ji bîr dikim" û diyar kir, “Ez çawa bi êşa zarokên xwe diêşim, divê ez bi êşa zarokê kesekî din re jî biêşim. Dinya têra min nake. Ez bi şev û roj li vir dixebitim.”
Herwiha diyar kir, heta niha li 4 cenazeyan rast hatiye û ev tişt anî ziman:
“Min jinek li ber avahiyek hilweşiyayî dît û jê pirsî, tu li vir çi dikî? Ji min re got, 'Ez li bendê me ku zarokên min sax bên derxistin'. Min nedikarî xwe bigirim, wê gavê em hemû giriyan. Min keçikek 8 salî dît ku her tim digiriya. Dê û bavê wî di bin avahiyek hilweşiyayî de bûn. Min ew hembêz kir, pir êşiyam."
Bijîşka Dihokê eşkere kir, di dema êrîşa çeteyên DAIŞê de çûye Şengalê û bi mehan birîndarên li Çiyayê Şengalê derman kiriye û diyar kir, ew ê piştî karê xwe yê li navçeya Islahiye ya Dîlokê biçe bajarê Efrînê yê Rojava.
Bijîşka Kurd Doskî ku ji Swêdê hat Dîlokê diyar kir, ew ji bo dermankirina birînên erdhejzedeyan li vir e.
K24