Wek gelek dezgeh û sazî Medya Kitabevi jî di wan rojên coronayê de du salên zor derbas kir. Gelek cara pirtûkxane girtî dima û wextê me vedikir jî ji xwe firotin ya qet çê nedibû ya jî pir hindik çê dibû. Her roj bihayî zêde dibû, hatin kêm dibû û misref zêde dibû. Di dawiya sala 2020a de Kitabevi hat kerteyeke weha ku êdî nikarîbû kirya xwe bide. Di wan rojên zor de hin însanên dostên Medyayê alîkarî kirin û Kitabevî ji wê tengasyê xelas kirin. (Di pêş de wan dostên Kitabevi -yên alîkariya wan çê bûne- em ê bi we re parve bikin.) Medya Kitabevi bi xêra wê alîkaryê û êdî hebekî firotin jî çê dibû, sala 2021ê bi awayekî derbas kir. Wextê em ketin sala 2022a bihayaka mezin hebû, lê dîsa jî çûyin û hatin çê dibû. Kitabevi kar nedikir lê misrefê xwe derdixist, ev jî tiştekî baş bû û vê yekê kêfa me dianî.
Tam me got ber be başiyê diçe xwediyê dikanê kirê ya me ya ku sê hezar bû çar qat biha kir û got yan hûn ê êdî mehê dozde hezara bidin yan jî derkevin. Ji ber ku ji deh sala zêdetir çêbûye me muqawela xwe nuh nekiriye û xwediyê mulk ew bi xwe dibê ez ê têkevim dikana xwe, mahkeme jî wê heq bide wan û qerara texliya me bide. Di vê rewşê de gerek heta du meha em derkevin. Temam em derkevin lê em ê herin ku? Kirê ya dikana pir bihane, em digerin cîkî di bin deh hezara re em nabînin, ev jî li dervî qaweta me ye.
Gotin zor e, lê hûn jî perçakî vê Pirtûkxanê ne û divê rewşa em têde ne bi we re parve bikin. Ji ber van sebeban Medya Kitabevi li ber girtinê ye! Min pir dixwest vê Kitêbxaneya Kurdî -ku ev 26 sale li ser niga ye- zarokên we û neviyên we jî bibînin, lê wer xuyaye ku di van şerdan de zor e.
MEDYA KİTABEVİ- Selahattin Bulut
Foto: Mevlüt Oğuz