Hat ragihandin ku 11 fezlekeyên derbarê 10 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, ji bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin ku rakirina parêzbendiya wan tê xwestin.
Fezlekeyên bo rakirina parêzbendiya parlamentarên HDPê îro 21ê Hezîranê ji bo parlamentoya Tirkiyê hatin şandin û radestî Komîsyona Destûra Bingehîn û Dadê ya Têkel hatin kirin.
Parlamenterên rakirina parêzbendiya wan tê xwestin ev in: Parlamenterê Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya, Parlamentera Rihayê Ayşe Surucu, Parlamenterên Batmanê Feleknas Uca û Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên Muşê Şevin Coşkun, Mensur Işik, Nuran Imir û Gulistan Kiliç Koçyigit, Parlamenterên Diyarbekirê Remziye Tosun û Dêrsim Dag.
Hat zanîn derbarê 9 parlamenteran de yek dosye û ji bo Parlamentera Diyarbekirê Dêrsim Dag jî 2 dosye hatine şandin.
Heta niha hezar û 384 dosyeyên rakirina parêzbendiyê bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatine pêşkeşkirin kirin ku ji wan 1057 dosye li dijî parlamenterên HDPê ne.