Doza sereke ya Selahattîn Demîrtaş ku li 19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê tê darizandin, bi Doza Kobanê re kirin yek.
Doza sereke ya Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku jê hatiye berdan û berdayî tê darizandin, 19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parastina xwe kir. Piştî parastina Demîrtaş parêzerên wî Firat Epozdemîr, Levent Kanat, Aydin Erdogan mafê axaftinê girtin û parastina muwekîlê xwe kirin.
Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê, doza Demîrtaş bi Doza Kobanê ya li 22’yemîn a Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê tê ditin re kir yek û biryar da ku dosyaya dadgehê ji 22’yemîn a Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê re bê şandin.
Siyaset Haberleri
Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e