Di roja duyemîn a rûniştina Doza 138 HDPiyan ku 57ên ji wan girtî ne, bi qeyrana 'daxwaza xweparastina bi zimanê kurdî' destpê kir.
Girtiyê HDPî Halil Aydemir, daxwaz kir ku xwe bi zimanê kurdî biparêze û got bi mehan e min daxwaznameyê daye ku xwe bi zimanê kurdî biparêzim, bersivê daxwaznameya min nadin.
Aydemir got: "Zimanê min kurdî ye, welatê min Kurdistan e. Ev bi sedsalan e wisa ye. Heta wergêr neyê ez xweparastina xwe nakim. Ji dil jî heke ez li virê bi kurdî xwe biparêzim ez ê nîşan bidim ku çi bêhiqûqî ye. Xweparastina xwe nakim. Ez dixwazim bi kurdî xweparastina xwe bikim çimkî ez dixwazim bi vê yekê rê li ber hevalên din vekim."
Osman Baydemîr jî got dixwazin kurdî careke din tune bihesibînin.Rengê gelekî qedexe dikin. A rastî Tirkiyeyê ew serdema ku kesk û sor û zer dihatin qedexekirin derbas kiriye, an divê derbas bûbe.