Dr. Cemal Nebez û Neteweperwerîya Kurdî

Salîm Çelîker

 

Salim Çelîker

Kitêba bi navê “Nasname û Pirsgirêka Nasyonalîzma Kurdî” çap bû û di refên pirtûkxaneyên kurdî da cihê xwe girt. Ev berhem ji semînerên Dr. Cemal Nebezî pêk tê.

 

Semînerên ku di kitêbe da cih girtine ev in:

  • Bîra Neteweyî ya Kurdî, Stockholm 1984
  • Doza Nasyonalîzma Kurd, Stockholm, Gulan 1985
  • Kurd kî ye mana kurdbûnê çi ye? Kopenhang, Mijdar 1985
  • Rewşa Nuha ya Neteweyê Kurd: Gotûbêjek li Ser Başûrê Kurdistanê, 1998
  • Rewşa Nuha ya Netweyê Kurd û Pêşbînên pêşerojê, Londra, 1998
  • Felsefe û Ramanên Yarsanî di Çand û Civata Kurdî da

Hinek beşên vê kitêbê cara yekem di sala 1986an da û cara duyem jî di sala 2002yan da bi kurdîya soranî hatiye çapkirin. Ev çapa kurdîya kurmancî ji alîyê Zîya Avciyî ve ji kurdîya soranî hatiye veguhestin û ji alîyê weşanxaneya Peywendê ve hatiye çapkirin. Ez ji bo vê xebata hêja, spasîyên xwe hem ji bo Zîya Avciyî hem jî ji bo Peywendê pêşkêş dikim. Di prosesa weguhestina ji bo kurdîya kurmancî da, ji min ra bû nesîb ku ez vê berhemê bixwînim. Divê ez dîyar bikim ku ev nirxandina min a di heqê vê berhemê da, xwe dispêre nisxeya kitêbe ya berî çapê.

Di van semîneran da mijarên mîna taybetmendîyên bîra neteweyî ya kurd, pirsgirêkên neteweyî yên civaka kurd, têkilîyên miletê kurd yên li gel ereb, tirk û farisan û her weha tesîra îdeolojîya marksîzmê li ser pirsgirêka kurd hene. Her çend navên van semîneran cuda bin jî hemû xwedîyên temayeka hevbeş in ku ew jî “bîra neteweyî ya kurd” e.

“Bîra neteweyî ya kurd” xwemalî ye, orîjînal e.

Dr. Cemal Nebez di wê bawerîyê da ye ku “bîra neteweyî ya kurd” ne ji deverekê hatiye hawirdekirin (îtxalkirin). Ev hişmendîya ha, berdewamîya fikra miletbûnê ya sedsala 16 û 17an a Kurdistanê ye. Ev fikir cara yekem di Şerefname û Tac`ut-Tevarîhê da hatiye dîyarkirin û bi Mem û Zînê jî bûye helwêsteka dewletxwaz.

Li gor Cemal Nebezî, dîroknasê kurd Şerefxanê Bedlîsî, di dawîya sedsala 16an da, sînorên erdnîgerîya Kurdistanê nîşan kirine, ango çarçoveya xaka neteweyê kurd dîyar kiriye û bi vî awayî ji xakên cîranên kurdan veqetandîye (1). Fîlozofê kurd Ehmedê Xanî (1650-1706) di Mem û Zîna xwe da bang li kurdan kirriye ku ew bibin yek, da karibin dewleteka kurdî ya serbixwe ava bikin, xwe ji bin destê tirk û farisan rizgar bikin û vê yekê di binê serokatîya hikimdarekî xwedîtac da pêk bînin. Bi vê serkeftinê dê civaka kurd were parastin, çand û edebîyata kurdî vebije û li Kurdistanê ilm û irfan pêş bikeve (2)

Dr. Nebez amaje bi vê yekê dike ku bîra neteweyê kurd a sedsala 16 û 17an ji alîyê Komeleya Azadî û Jîyanewe û Yekîtîya Kurd (KAJYK) ve, li gor şert û mercên hevdemî, ji nû ve hatiye formulekirin. Îfadeya “bîra neteweyî” yan ”ekola kurdî ya sosyalîzmê” destnîşankirina vê formulekirinê ye. Ev yek, KAJYKê ji rêxistinên Kurdistanê yên din cuda dike. Sosyalîzma kurdî wekhevîxwaz û azadîxwaz e, li dijî totalîterîzmê û dîktatorîya proletaryayê ye.

 

Bîra neteweyî ya ku KAJYK ji sala 1959an û vir ve ji bo pêkanîna wê têdikoşe, di warê hişmendîya kurdayetîyê da şoreş e. Ev şoreş destpêka hilweşandina felsefeya çepîtîya totalîter e.

Ev wê rastîyê careka din îsbat dike ku ekola KAJYKê cara yekem îşaret pê kiriye û gotiye ku  têkoşîna ji bo damezirandina dewleta neteweyî ne şert e ku daxwaza çîna sermîyandar be. (3)

 

Tu têkilîya “ekola kurdî ya sosyalîzmê” bi ekola marksîzmê ve nîn e. Marksîzm, bi giştî, çareserkirina pirsgirêkên civakî, bi taybetî, biryara çarenivîsa gelan bi şoreşa proletaryayê ve girê dide. Ekola bîra neteweyî ya kurdî, meseleya çînî beşek ji meseleya neteweyî dizane û damezirandina civateka hevaheng (homojen) dide pêş. (4)

Bîra neteweyî ya kurd ekoleka felsefî ya nû ya mirovatîyê ye. Ev fikir, bi tu awayî bi bîra qewmîya Rojhilatê û bîra nasyonalîzma Rojavayê ra li hev nake. Rastîya bîra neteweyî ya kurd, ji çavkanîya “bîra ekola kurdî ya sosyalîzmê” herikîye. Sosyalîzma ku KAJYK diparêze, tê maneya azadî û wekhevîya civaka mirovatîyê û civaka kurdî (5) Li gor bîra nasyonalîzma rojavayî, dewletên netweyî yên du sed salên dawî ku di navbera Şoreşa Fransayê û Şerê Cîhanê yê Duyem da ava bûn, berhemê tevgera çîna sermîyandar in û ji alîyê vê çînê ve hatine damezirandin.(6)

Wekî din, çi qewmîyeta rojhilatî û çi nasyonalîzma rojavayî, dixwazin çîn û tebeqeyên curbicur ên gelekî di bin yekala û yekdewleta neteweyî da û heta di bin yekpartîyê da bicivînin, bi navê “berjewendîyên nîştimanî yên hevbeş” di warê etnîkî û ziman da civakê homojen bikin û di warê berjewendîyên çînî da, ji vê yekê sûd wergirin. Berevajîya vê, bîra neteweyî ya kurdî dixwaze civateka yekçandî ya azad û wekhev û hevaheng ava bike. (7) Ekola neteweyî ya kurdî li Rojhilatê, mafê netweyên din di azadî û wekhevîtîyê da destnîşan kirine. Ev maf, ji bo wan neteweyan ku Kurdistan dagir kirine jî rewa tê dîtin. (8)

Di felsefeya Dr. Nebezî da têgiha “azadî” ji bo nirxandina sîstemên civakî û tevgerên îdeolojîk û sîyasî xwedîya roleka tayînker e. Ji ber ku Şoreşa Sosyalîzma Bolşevîk, Şoreşa Saoyalîzma Nasyonal, Şoreşa Şîayên Îranê û ya Kemalîstan li Tirkîyeyê, ne azadîxxwaz in, ew şoreş paşverû ne. Li hember wan, tevî hemû şaşîtî û xwînrijandina xwe, Şoreşa Fransayê û Şoreşa Perestrokayê azadîxwaz in û pêşverû ne. (9)

Jixweber kurd û ji bo xwe kurd

Dr. Nebez, di pirsa “kurd kî ye û maneya kurdbûnê çi ye” da amaje bi vê yekê dike ku “yên ku xwe kurd dizanin, kurd in; ên ku xwe kurd nizan in, ne kurd in”. Dr. Nebez, ên ku xwe kurd dihesibînin jî dike du beş: jixweber kurd û ji bo xwe kurd. Kurdên “jixweber kurd” ew in ku xwe wek kurd pênase dikin, lê xwe wek hevwelatîyê dewletên dagirker dihesibînin. Ev curekurd, kurdên dureh in.  Kurdên ji bo xwe kurd, ew in ku çarenivîsa xwe bi çarenivîsa civaka kurdewarî ve girê didin, ji ber wê, welatên ku Kurdistan parve kirine, wek welatê xwe qebûl nakin, Kurdistanê welatê xwe dizanin, û bi xwe jî kurdistanî ne.  (10)

Hêjayî gotinê ye ku li vê derê bê destnîşankirin ku Sartre wexta hebûnê dinirxîne, wê di du forman da dibîne: ”Hebûna jixweber” û” hebûna ji bo xwe”. Hebûna ji bo xwe, di fikra miletbûnê da tekabulî hişmendîyeka neteweyî dike ku dikare xwe ji “yên din” cuda bike û ji bo deshilatdarîya neteweyî têbikoşe. Mirov dibîne ku Dr. Nebez, kurdên xwedîyên vê hişmendîyê, wekî kurdên “ji bo xwe kurd” pênase dike.

Wekî din, Dr. Nebez, taybetmendîyên kurdbûnê bi hin şertên objektîf, wekî ziman, esil, niştiman, ayîn, çand û hesta hevbeş ya kurdbûnê tarîf dike. Di nava van şertan da hesta hevbeş ya kurdayetî esas e. Li gor Dr. Nebezî, kesek xwedîyê wan taybetmendîyan be ku li jorê hatin gotin, lê ne xwedîyê hestê kurdayetîyê be, ew kes kurd nayê hesibandin. (11)

Modernîzmê, tevgera kurd ji “serxwebûnê” bi dûr xist.

Li gor Dr. Nebezî, modernîzm li ser hişmendîya kurdî ya serxwebûnxwaz tesîreka tehrîbkar kiriye. Heta Şerê duyem, tevgera neteweyî ya kurd bi serokatî û pêşengîya hêzen kurd yên klasîk ve bi rê ve çûye. Daxwaza vê serokatîyê cudaxwazî bûye. Lê bi serdema modern ra, serokatîya klasîk hatiye bêtesîrkirin; tevger bi birêveberîya bûrjuwazîyê biçûk ji nû ve hatiye organîzekirin. Bûrjuwazîyê biçûk, bi siyaseta xwe ya reformîst, tevger kiriye parçeyekî tevgera mixalefeta dewletên dagirkerên Kurdistanê. Hereketa burjuvazîyê biçûk yên kurd û serhildana wan a çekdarî nikare şoreş bê hesabkirin;  ev tevger, hereketeka reformîst e û bi tenê ji bo gihîştina hin mafên seretayî yên mirovên kurd hewl dide. Ev tevger, sînorê dewletên dagirker ji bo xwe esas digre. Piranîya qadirên van rêxistinan bi ekola dagirkerên ereb, tirk û faris perwerde bûne ku hemû totalîter, mîlîtarîst û dîktator in. (12)

Ev proses beşeka mezin a tevgera kurdî kir otonomîst. Ototnomî ew sîstem e ku deshilatdarîya navendî beşek ji erkê xwe radestê desthilatdarîya heremî dike. Divê bê zanîn ku otonomî ji bo kurdan xeyal e. Ne ji ber ku desketina wê zehmet e. Ji ber ku otonomî berhema sîstema dewleteka demokrat û azadîxwaz e. Eşkere ye ku dewletên dagirkerên Kurdistanê rejimên diktator in. Yek ji wan jî ne amade ye ku deshilatdarîyê bi kurdan re parve bike. Otonomî dikare bi dest bikeve, lê di nava sînorên dewleteka diktator da zehmet e ku were parastin. Kurdistana Sor ji alîyê Stalînê diktator ve hat hilweşandin û ji azerîyên faşîst ra hat bexişandin. Otonomîya Başûrê Kurdistanê ku berhema lihevkirina 11ê adara 1970an bû, gav bi gav ji alîyê Beesîyan ve hat dorpêçkirin. (13)

Dr. Nebez amaje bi vê yekê dike ku tevgerên kurdî yên di bin serokatîya burjuvazîyên biçûk da tên birêvebirin, ne xwedîyên stratejîyekê ne û ne jî xwedîyên taktîkekê ne; ew nizanin çi dixwazin. Her çend ev serokatî behsa otonomîyê jî bikin, pêşmerge ji bo serxwebûnê şer dike. Sirûda pêşmerge ku Xalid Dilêr di radyoya dengê Kurdistanê da diweşand weha digot:

            Pîşmergeyîn, be helimet in

            Şêrî rojî zîllet in

            Lê pênawî serbexoyî yê Kurdistan

            Bext dekeyn jiyanaman û mal û gîyan (14)

Wekî din, divê bê zanîn ku gelê bêdewlet, tê vê maneyê ku ew gel ji dezgeha deshilatdarîyê ya esasî mehrûm e. Ji ber ku deshilatdarî û azadî bi hev ra têkildar in, gelê bêdewlet ne azad e, mehkûmê gelê xwedîdewlet e. Ger kurd nebe xwedîdewlet, nikare “bîra neteweyî ya kurd” pêk bîne. (15)

Çepgirîya Kurdî ya serdest “sovyetîk” e

Li gor Dr. Nebezî, çepgirîya kurd a serdest sovyetîk e. Ew, wekî nimûne, behsa du şairên naskirî yên kurd Hejar û Dilzarî dike ku her duyan di siyasetmedarîyê da temenek derbas kirine, li ser Stalînî weha gotine:

Hejar:

Bijî Stalîn, xoş bê çekûc û das

Le jêr îstîdad kurdî kird xelas

Dilzar:

Erê ey Stalîn, Stalîn, Stalînê berz

Pêşrew û rêberî gelanî rûy erz.

Dilzar disa ewha dibêje:

Stalîn pêşewa ye, bo kurd qel`a ye

Desa helken alla ye, ewro Berlîn gira ye.

Dr. Nebez ji Elî Ebdullahî neqil dike ku PDK kongereya xwe ya sisêyan di sala 1953an da li Kerkukê dicivîne. Partî di kongereyê da biryareka ewha distîne:

“PDK Marksizmê-Lenînîzmê dike îdeolojîya xwe. Çi wextê berjewendîyên hereketa kurd û berjewendîyên hereketa sosyalîzma navneteweyî ya cîhanî li dij hev bin, Partî pêwist e dest ji berjewendîyên tevgera kurdî berde.”

Ji bo me hişmendîyeke kurdistanî lazim e

Li gor Nebez, perçbûna welatê kurdan wisa kirîye ku qada sîyasî ya kurdan bûye cihê beza hespên neyar, tevgera neteweyî bûye hedefa tîrên hin rêxistînên kurdî, enerjîya kurdî berhewa diçe. Ev yek, sewîya hişmendîya kudan ya neteweyî nîşan dide; mixabin, kurd di vî warî da gelek lawaz in. Ji bo çareserîya vê kambaxîyê:

  • Divê bi hişmendîyeka neteweyî “kongreya neteweyî” an jî platformeka hevahengîya tevgerên her çar parçeyên Kurdistanê pêk bê.
  • Ev kongre an jî platform divê daxwazên neteweyê kurd ên stratejîk û taktîkî destnîşan bike û rêya çareserîyê ji bo wan gengeşe bike. Taybetmendîyên her perceyek divê were dîtin.
  • Divê were destnîşankirin ku dagirkerîya Tirkîyê, ji bo tevyîya neteweyê kurd, herî xetere ye. Tirkîye, bi hêza xwe ya hundurîn û navdewletî, rêgirê esasî yê dewletbûyîna Kurdistanê ye.
  • Ev hevgirtin divê bibîne ku asta teknolojîya çekên di destên dewletên dagirker da, rê li şerê pêşmergetîyê û gerîlatîyê girtiye; ew dema “lêxe û bireve” xelas bûye.
  • Destkeftîyên Başûrê Kurdistanê ku bi saya hêzên hevpeyman hatiye wicûdê, destkeftîyên tevayîya neteweyê kurd in. Lazim e ku ew werin parastin. Rê li balafirên Beesîyan girtin, ewlekarî anîye parçeyekî welêt û li wê derê pêşketina civakî geş kiriye.
  • Loma jî nabe ku ev beşê Kurdistanê bibe meqereka leşkerî ji bo tevgerên parçeyên din û ji wê derê êrîşî dewletên dagirker yên din bê kirin.  
  • Lê divê Başûrê Kurdistanê mala tevayîya neteweyê kurd be. (16)

Ev tesbît û daxwazên li jor, xulaseya neteweperwerîya Dr. Nebez e, xulaseya “bîra neteweyî ya kurd” e.

 

Çend rexne:

1-“Bîra neteweyî ya kurd” ji çarçoveyeka teorîk mehrûm e.

 Rast e, di salên 1980yî da, di vê babetê da,  ev dewlemendîya teorîk ya berdest, tune bû, lê bi kêmanî, xebatên Karl Deutsch û Hans Kohn li pîyasê ne. Tevî ku Dr. Nebez behsa van navan nake jî mirov dikare texmîn bike ku haya wî ji wan heye, ji ber ku nêrîna wî ya li ser ”Nasyonalîzma Rojavayî” di çarçoveya paradîgmaya modernnîst da tê tarîfkirin. Hêjayî gotinê ye ku ev paradîgma, li kêleka prîmordîyalîzm û ethno-sembolîzmê, yek ji wan sê teorîyên esasî yê nasyonalîzmê ye.

Wekî din, Dr. Nebez ji bo çapa duduyan a vê kitêbê, di sala 2002yan da, pêşgotin nivîsîye. Di wê salê da, li ber destan  lîteratureka gelek berfireh heye; berhemên Anthony Smîth û Liah Greenfeldî li pîyaseyê ne, akademîsyenên neteweyên bêdewlet gelek berhem dane. Loma jî bi Şoreşa Fransayê, ravekirina  “Nasyonalîzma Rojavayî”, ji bo xebata Dr. Nebezî kemanîyek e. Ji xwe, Şoreşa Fransayê bûyereke ku bi helwêsta guherandina hîyerarşîya civakî ya hundurîn rû da ye. Doza esasî ya neteweyên bêdewlet, ne guhartina hîyarerşîya hundurîn, lê di qada navdewletî de, bidestxistina statûyê ye. Loma jî divê were binxetkirin ku paradîgmaya modernîst, ji bo tevayîya neteweyên bêdewlet, herweha ji bo neteweyê kurd, kemîn e.

Ji xwe, ti netewe-dewlet, çi li Ewropayê û çi jî li deverên din, ji alîyê bûrjuwazîyan ve nehatine damezirandin. Netewe-dewletên yekem yên Ewropayê Îngiltere, Fransa, Spanya, Rûsya û Swêd in. Ev her pênc dewlet jî ji alîyê xanedanan ve hatine damezirandin û gelên wan bi pêşengîya xanedanan ve bûne netewe.

“Nasyonalîzma kurdî xwemalî ye, orîjînal e. Serefxan û Ehmedê Xanî orîjînal in, nasyonalîzma kurdî ne îdxal e.” Ev tesbîtên Dr. Nebezî hêja ne, lê lîteratura li ber destan, hem Şerefxanî hem jî Xanî rave dike û nêrînên wan piştrast dike. Loma jî di çarçoveyeke teorîkî de nirxandina Şerefxan û Xanî, fikra netewebûna kurdan bi hêz dike.

Li alîyê din, koka neteweyê kurd divê ji bo me pir nebe problem. Li Ewropayê germen, slav û kelt koka piranîya neteweyên ewropayî ne. Tu netewe, pêwîst nabîne ku xwe bi pêşîyên xwe yên çend hezar salî rave bike.  Kurd otantîk in. Ev qewm ji sedsala 16an û bi vir ve, netewe ye; xwedîyê zimanekî niviskî ye ku pê berhemên klasîk hatine nivisandin, xwedîyê hişmendîtîya xwetarîfkirinê ye. Teorîya ku li ser van herdû taybetmendîyan hatîye avakirin ji bo rawekirina neteweperwerîya kurdî têr dike.

2- “Azadî û wekhevîtîya ekola kurdî ya sosyalîzmê” demokrasîya lîberal e.

Dr. Nebez amaje bi vê yekê dike ku ekola sosyalîzma KAJYKê nêrîneke orîjînal e. Li gor Nebezî, têgehên ”azadî û ”wekhevîtîyê” vê nêrînê ji sosyalîzma totalîter û avakirê dîktatorîya proletaryeyê dide cudakirin. Herçî wekhevîya mirovan û azadîya jîyanê, maldarîyê û xweîfadekirinê ye,  ev, taybetmendîyên felsefeya lîberalîzmê ne. Ji nêrînên John Locke bi vir ve, ev felsefe, çar sed sal in ku di jîyana me da ne. Loma jî tarîfkirina “sosyalîzma kurd” ya KAJYKê bi têgiha ”azadî” û ”wekhevîtî”yê mihtacî îzahatê ye. Xuya ye ku Dr. Nebez jî wekî me gelekan, ketiye bin tesîra bayê Marksîzm-Lenînîzmê. An jî ji bo ku kurdayetîyê bisitirîne, têgiha ”sosyalîzm”ê wekî metal bi kar tîne.

Ji xwe, neteweperwerî, wekî îdeolojî, hîyerarşîya civakî red dike û tevayîya takekesan “azad” û “wekhev” tesewir dike. Loma jî tu hewcedarîya neteweperwerîyê nîn e ku van têgihan ji sosyalîzmê deyn bike.

Tevgera neteweyî, li her derê dinyayê, herweha li Kurdistanê jî bi fikra neteweperwerîyê dibe xwedîhêz, xwe organîze dike. Pêşengên vê fikrê, entelîjensîya ye ku ji eşraf, xwende, memûr, efser û kesên perwerdebûyî û zana pêk tê.  Dr. Nebez vê beşa civakî wekî “burjuvazîyên biçûk” bi nav dike û rola wan a di tevgera neteweyî da wekî bûyereka neyînî dinirxîne. Di lîteratura neteweperwerîyê da, di warê rola entelîjensîyayê da agahdarîyên gelek berfireh hene. Hejayî gotinê ye ku mirov di vî warî da xebata Anthony Smîth û Mîroslav Hrock binxet bike.

 

1-Nebez, Bîra neteweyî ya kurd, rû 13;  2-Nebez, rû 14;  3-Nebez, rû 75;  4-Nebez, rû 72,
5-Nebez, rû 239; 6-Nebez rû  15; 7-Nebez rû 73;  8-Nebez rû 74; 9-Nebez, rû 115,
10- Nebez rû 23; 11-Nebez, rû 23; 12-Nebez rû 118;  13-Nebez rû133; 14- Nebez , rû 119;  
15-Nebez, rû 72; 16-Nebez, rû 142,143, 144