Dr. Eser Çetîn: Nexweş xwe bi zimanê dayîkê baştir îfade dikin

.

Doktor Eser Çetîn destnîşan kir û got: “Dema têkiliya di navbera nexweş û doktor û tevahî xebatkarên tenduristiyê de bi zimanê dayîkê dibe, germahiyek çêdibe. Dema ew germahî û nêzîkatî çêdibe bêtir bi ya hevdu tê kirin, jiyan xweştir dewam dike, nexweşî kêmtir xesar, tedayî û zihmetê dide nexweş û kêmtir derdikeve holê.

Dr. Eser Çetîn, pisporê doktoriya malbatan destnîşan kir ku nexweş bi zimanê dayîkê bê fedîkirin û bê kesekî wergêr têxe navberê baştir dikarin behsa pirsgirêkên xwe bike û weha got: “Dema nexweş hat û nikaribin bi kurdî bigihîje xizmeta tenduristiyê û bi doktorê xwe re biaxive, ew ê ji bo wergerê merivekî xwe, nasekî û dostekî xwe bîne, ew jî  ji bo tenduristiyê ne tiştekî pir baş e. Lewre her tiştê xwe nikarin bibêjin, fedî dikin. Tiştên taybet hene, serê xwe bera ber xwe didin û fedî dikin. Ji bo ku merivên wan nebihîze, naxwazin herkes taybeta wan bizanibin.

Doktor Eser Çetîn xelkê Dêrika Çiyayê Maziya Mêrdînê ye û li Amedê dijî. Niha li Stewra Mêrdînê dixebite. Di sala 2013an de li Zanîngehê Dîcleyê beşa doktoriyê qedandiye. Nêzî çar salan li Wêranşara Rihayê wekî doktorê malbatan xebitiye. Piştre di azmûna pisporiyê de beşa pisporiya doktoriya malbatê li Zanîngeha Dîcleya Amedê bi dest xistiye. Nêzî salek e wekî pisporê doktoriya malbatê li Nexweşxana Dewletê ya Stewra Mêrdînê kar dike.

“Ji ber ku vegotin bi kurdî ye bêtir bal li ser heye”

Doktor Eser Çetîn demeke li ser hemû torên medya civakî xebatên xwe yên têkildarî tenduristiyê bi zimanê kurdî û bi awayekî zindî belav dike. Çetînî têkildarî xebat û xizmet dayîna bi zimanê dayîkê bi bîanetê re axivî û got:

“Bi rastî ev ji salek zêdetire bi rêkûpêk ez xebatên tenduristiya bi kurdî li ser hesabê xwe yên medya civakî belav dikim. Hema hema di hemû platformên medya civakî de ez heme û weşanê zindî jî dikim. Her weha ji bo xwe parastinê di çarçoveya mijara tenduristiyê de ez qala nexweşiyan, lebat û organan, derman û tedawiyan dikim. Ez vê bêjim rastî şopînerê min pir kêfxweşin û bi awayekî xweş û erênî bertekan nîşan didin. Ji ber ku vegotina mijaran bi kurdî ye, bi zimanê dayîkê ye bêhtir balek li ser heye û girîngiya wî tê zanîn. Ji ber ku ez bi rêkûpêk dikim, bêhtir bi ya min dikin û di şopa min de ne û ez mirovekî li ber çava me. Ez bi vîdeo û weşana zindî rûyê xwe nîşanê wan didim.  Ji ber vê yekê germahiyek baştir di navbera me de çêdibe. Ez ji vê yekê pir kêfxweşim. Ez ê xebatên xwe yên xweş yên bi vî rengî berdewam bikim. Ez ji xeynî karên xwe yên hunerî, ez li ser medya civakî, li ser torên medya civakî  xebatên tenduristiya bi kurdî dikim û bi zimanê dayîkê yê hêja û ez digihîjim dilê gel, dilê mirovan. Ez ji bo tenduristiya wan baş bibe alîkarîya wan dikim û ji bo normalîzebûn û rewabûna ziman jî ez piştgirîyeke didim wan. Ji ber vê yekê ez pir kêfxweşim.”

Axavtina bi kurdî bandorê li tedawiyê dike

Çetînî diyar kir ku ez wek doktorekî di kar û barê xwe de, di xebatê de ez pêdiviyê bi axavtina kurdî tînim û weha pê de çû: “Bi taybetî dema ez nexweşên xwe yên Kurd dinêrim, ez bi wan re têkilîyê datînim û distînim, pêdevîya min pê heye û pir baş dibe. Ji xwe di doktortiyê de tişta sereke têkiliya di navbera doktor û nexweş de ye. Mirov dema bi heman zimanî biaxivin, baştir ji hev fêm dikin. Ez bi xwe Kurd im û zimanê min ê dayîkê kurdî ye, ew jî bi kurdî dema bi min re xêber didin yan jî nexweşê min ê Kurd, bi zimanê xwe dema digihîje min, ez bi wan re bi zimanê wan/bi zimanê me diaxivim, xwe baştir û rehet hîs dikin. Xwe xweştir û baştir dikare bîne ziman û îfade bikin û pir xweştir dibin, bêhtir bi ya min jî dikin. Bi vî awayî tedawî xweştir pêk tê û digihîje armanca xwe. Ez bawerim bi vê re hêdî hêdî bawerîya gel ya bi axaftina kurdî jî wê zidetir bibe.”

“Hemû ziman pir girîng in, hemû ziman hêja ne, têkilîyê mirov bikaribe bi her awayê bi hevdû re daynin xweşe lê bi kurdî xweştir dibe bi ya min. Yanê ez ji bo şexsê xwe jî vê yekê dikarim bêjim: Dema ez bi kurdî diaxivim ez hîn kêfxweşim. Dema ez bi kurdî nêzîkê nexweşekî bibim ez hîn kêfxweşim, ez hîn rehetim, dilxweşim.”

“Nexweş xwe bi zimanê dayîkê baştir îfade dikin”

Dr. Eser Çetîn destnîşan kir ku nexweş bi zimanê dayîkê bê fedîkirin û bê kesekî wergêr têxe navberê baştir dikarin behsa pirsgirêkên xwe bike û weha got: “Dema nexweş hat û nikaribin bi kurdî bigihîje xizmeta tenduristiyê û bi doktorê xwe re biaxive, ew ê ji bo wergerê merivekî xwe, nasekî û dostekî xwe bîne, ew jî  ji bo tenduristiyê ne tiştekî pir baş e. Lewre her tiştê xwe nikarin bibêjin, fedî dikin. Tiştên taybet hene, serê xwe bera ber xwe didin û fedî dikin. Ji bo ku merivên wan nebihîze, naxwazin herkes taybeta wan bizanibin. Loma jî dikarin xwe baştir îfade bikin bi zimenê dayîkê.”

“Ez dema bi nexweşên xwe re bi kurdî tekiliyê datînim zêde zêde kêfxweş dibin û dema diçin ji dil û can dûaya ji min re dikin, niyetên xwe yên baş hêviyên xwe yê baş ji bo min tînê ziman û bêhtir bi ya min dikin, bêhtir li xwe miqate dibin. “

“Axavtina bi zimanê dayîkê têkiliyan germtir dike”

Çetînî weha got: “Carinan em ji bo nexweşên xwe pêşniyaran dikin ku ji bo nexweşiya wan giran nebin ango nexweşî bi wan re dernekev in. Bi rastî dema têkiliya di navbera nexweş û doktor û tevahî xebatkarên tenduristiyê de bi zimanê dayîkê dibe, germahiyek çêdibe. Dema ew germahî û nêzîkatî çêdibe bêtir bi ya hevdu tê kirin, jiyan xweştir dewam dike, nexweşî kêmtir xesar, tedayî û zihmetê dide nexweş û kêmtir derdikeve holê. Divê mirov hewl bide bi zimanê xwe yê dayikê bi nexweşan re têkeve têkilîyê. Ez mînakek bi vê rengî bidim: Ez bixwe Erebî nizanim lê nexweşên min yên Ereb tên ez ji wan çend peyva hîn bûme. Ez hewl didim bêhtir hîn bibim. Ji bo wan baştir fêm bikim, nas bikim. Pirê caran ew diaxivin, ji xwe ew kurdî jî nizanin tirkî jî nizanin. Ew bi Erebî diaxivin û ez bi jest û mîmîkan û bi tevgerîna wan fêm dikim. Ez dixwazim wan fêm bikim, ez wan baş guhdar dikim. Di vir de mirov ji bo zimanê din jî girîngîya xizmeta zimanê dayikê dibine. Ne tenê ji bo kurdî, em bêjin gelekî Ereb bixwe bi erebî dizane, le nikare xwe nîşan bide bi zimanekî din. Ev jî pirsgirêke. Ji bo wan girînge ku em bi erebî bi wan re têkilî daynin.”

“Zimanê dayikê pir pir girînge. Di her warî de divê mirov bi zimanê xwe yê dayikê bikaribe bigihîne xizmetan. Ev ji bo hemû ziman pêdivî ye lê kurdîya delal û kurdîya ji alîyê Kurdan ve tê axaftin û warê wan teqez divê bigihîje cihê xwe ye xweştir.”

“Ez xebatên xwe bi tena serê dikim"

Çetînî destnîşan kir û got: “ Di saziyê  tenduristiyê de bi rastî li ser mafê axavtina zimanê dayikê xebatekî min ê bi rêkûpêk û fermî tune ye. Lê belê bi vî awayî di pratîkê de heye. Çawa? Em bi xwe diaxivin, hevalê me yên xebatkarên tenturistiyê yên ku kurdî dizanin, bi nexweşê xwe re bi kurdî diaxivin. Yên bi erebî dizanin bi gelê Ereb re bi erebî diaxive. Ji bo vê her çikas hewldanek me yê takî û şexsî tune be jî bi fermî, di pratika xwe de ji xwe em vê yekê qebûl dikin û diparêzin ya girîng jî ewe bi rastî. Her çiqas ez endamê sazî û dezgeyan bim jî ez bi wan re tu xebateke bi vî rengî nameşînim, tenê endam im.”

“Xebatên ku ez dikim di xwezaya xwe de tiştekî pir normal e. Tiştek ji rêzê, rewa, normal, tişta heq eve jixwe, divê mirov bi zimanê dayîka xwe tiştekî bike. Ez wekî doktorekî Kurd ê pisporê doktoriya malbatê, ez bi zimanê dayika xwe qala nexweşîya dikim. Derbarê nexweşiyan de  gelê xwe, ciwanan, mezinan, zarokan, pîr û kalan agahdar dikim.”

“Lê ez bi xwe van tişta dikim. Ji ber ku ez naxwazim keda min berbelav bibe. Lewre bi tena serê xwe bernameya xwe bi başî diyar dikim û xwedî disîplîn im. Ez weha dikarim baştir têkilî bi gel re dayînim û vê germahîyê bihtêr di wan de dibînim. Bi vî awayê ez hevîdarim ew ê tiştên baştir jî bibin, nexweşîyên ku tedahiyê li mirov dikin wê kêmtir bibin. Ango nexweşî kêmtir tedahiyê li mirovan bikin û rojên xweş û bi tendurist wê herdem ji mirovan re amade be û em ê rojên xweş û bi tenduristî bibînin.”

Dara Demiralp / Bînaet

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike