Bîranîn bi rêzgirtin ji bo hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Li ser jiyane Dr Saît a li bakur, başûr û li ya Almanya û şehadeta wî axaftin hat kirin. Sînevîzyonek li ser jiyana wî hat pêşkêşkirin. Di nav axaftvanan de birayê wî Selîm Çurukkaya jî hebû.
Herweha di nav axaftvanan de parlamenterê PDKê Rênas Cano, li ser nav PAKê Baran Hamza, li ser navê Hakparê Fettah Timur, li ser navê PSK Sîdar Bîngol, li ser navê PDK-Bakûr Saîd Çîçek hebû. Hunermend Saîd Gabarî jî di nav beşdarên bîranînê de bû.