Îro droneke bombekirî li sînorê gundê Botiya ya Duhokê ket xwarê, lê di bûyerê de ti zirarên canî û madî çênebûn. Di 6 mehên dawî de ev bû şeşemîn dron ku li sînorê parêzgeha Duhokê ketiye xwarê.
Gundê Botiya li nêzîkî Bendava Duhokê ye û ser bi nahyeya Zawîte ye. Nişteciyekî gund ê bi navê Heval Botî ew drona ketî dîtiye.
Heval Botî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Sê bombe bi dronê be bûn û ti yek ji wan bombeyan neteqiyabûn.”
Heval Botî diyar jî kir, berî sê rojan ew bo çinîna giyayên biharê çûye qadeke gund ku bi qasî du kîlometreyan ji navenda gund dûr e, û li wê derê wî ew dron dîtiye. Botî destnîşan kir: “Sê bombe ligel dronê ketine xwarê, bombe li nêzî dronê ketibûn lê ti yek ji wan neteqiyabûn.”
Derbarê çarenivîsa dronê de, Heval Botî ji Rûdawê re got, piştî ku wî ew dron dît wî hêzên ewlekariyê yên Duhokê ji rewşê agahdar kirin û wan hêzan yekser derbarê dronê û bûyera ketina wê de lêkolîn dan destpêkirin.
Çavkaniyekî leşkerî yê li Duhokê ku agahdarî bûyerê ye, ji Rûdawê re ragihand, ew çendemîn car e ku dronên cor bi cor li sînorê Duhokê ketine xwarê û tekez dike: “Me dest bi lêkolînê kiriye, lê em hêj negihîştine ti encamekî ku gelo ew dron a kîjan welatî yan aliyekî ye.”
Heman çavkaniyê leşkerî ku nexwest navê wî were aşkerekirin, da xuyakirin ku di bûyera ketina dronê de ti zirarên canî û madî çênebûne.
Li gor şopandinên Rûdawê, ew şeşemîn dron e di şeş mehên dawî de li sînorê Duhokê ketine xwarê. Dronên ku di wê demê de li sînorê Duhokê ketine xwarê, li wan cihan ketine:
Du dron li sînorê nahyeya Şêladizê
Dronek li sînorê nahyeya Bamernê
Dronek li sînorê nahyeya Etrûş
Du dron li sînorê gundê Botiya ya li nahyeya Zawîte
Piraniya cihên ku ew şeş dron lê ketine xwarê, ew cih in ku herî zêde şer û pevçûnên navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê li wan deran diqewimin, lewra herî zêde guman heye ku dron ên wan aliyan bin.