Du dem û du nifş li bakurê Kurdistanê

Bubê Eser

Divê mirov sîyaseta li bakurê kurdistanê bi du awayan, bi du rêyan an bi du qonaxan ya jî bi du deman bêje,  lêkolîn bike an jî ji kesên wê demê jîyanin û hê jî dijîn bipirse.

Bi rastî jî heta ku vê korona destpê bike, tu norm, xweşî û dostanîya ji dil di nava mirovantîyê de hema hema nema bû û ji di me kurdan qedîya bû.

Loma min xwest ez hinekî li ser vê rawestim da ku em bibînin, em niha li ku ne, çima em ketin vî hal û rewşê. Heger em vê di warekî zanistî de fêm nekin û li gor wê karê xwe ê nû nemeşînin, em ê av û av herin ku êdî xilasîya mirov zehmet dibe.

Mebesta min di vê nivîsî de ew e ku ez hinekî behsa du deman û di nifşan bikim da ku em çawa hatin, ji ku hatin, li ku sekînin û niha em li kune?

Min gelek caran anîyê zimên ku nifşê me (1960-80) nifşeke weha bû ku hemî tiştên wan, hemî hêjayîyên wan. Rabûn û rûniştina wan li ser asasê dê çawa welatê xwe Kurdistana şêrîn ku di bin lingên leşkerên tirk da dihate peçiqandinê, azad û serbixwe bikin.

Ji bona vê jî şev û rojên wan tenha bû bû azadîya kurdistana wan. Di xwendin, bi hevre diketin munaqeşeyan da ku kî/ê rast û kî ne rast in. Munaqeşe dikirin ku wê çawa û li ser çi asasî bi çi rê û rêbazê wê welatê xwe bighêjînin azadîya wî.

Hingî em li vê germ bû bûn, hema bêjin em bû bûn weke kesên araqvexur. Em serxweş ketibûn,, lê serxeşîya me ji bona azadîya welatê me be. Em wêrek û mêrxas bû bûn da ku ji bona welatê xwe em bikevin cengê. Şer û pevçûnan li hember dagirkerên xwe bikin.

Em hingî serxweş ketibûn me hemî jîyan li xwe kirbû dojeh, da ku em bihuştekê ji bona zarok û nebîyên xwe pêk bînin.

Di nava xebatên me de, di nava tekoşîn û berxwedanên me de, em nebûn şahidê berjewendîyên sexsî. Hevalên xwedî pere, bi qasî ji wan dihat ew li hevalên xwe parve dikirin, yên zana ew zanyarîyên xwe dida kesên xwe, heval û hogirên xwe, nas û hevalbendên xwe.

Min bi xwe nedît û nebûn şahidê wê yekê ku kesekî zana û têgihiştî gotibe: bila ez zanabin da ku bikaribin vê quretîyê li ser kesên nezan bikin.

Hin ji halxweşên me,hin ji dewlemendên me, hin ji axa û begên me jî bi qasî ji wan dihat, bi qasî ji dilê wan dihat alîkarîyên xwe bi gelek rêyên cûda dikirin.

Di wê demê de hingî welatparêz, gundî, karger, oldar, dewlemend, şêx û sofîyên me li doza welatparêzîyê li hev banîyan bûn, me digot îro sibê em ê kurdistana xwe ya serbixwe radighînin.

Lê mixabin, dagirkerên me ev zû fêm kirin, ji bona vê têk bibin çi ji destê wan hat kirin û hê jî dikin. Di van kirinên xwe de bi ser jî ketin. Ji ber ku em di warê sîyasî de bê tecrube bûn. Tenê xwîngerm û canfedayên gelê xwe bûn.

 

Dagirker çawa bi serketin?

Ev munaqeşeke dûr û dirêje. Ji bona ez zêde dirêj nekim Ka em li civat û tevgerên me yên nû ango yên piştî 1980 û heta niha binêrin.

Ji wê demê de û heta îro, dagirkeran li me, li civata me weha kirin ku wan tiştê min li jor nivîsîn û anîn zêmin yek jî îro tune ye ango nehiştin, hin hebin jî pir qels in. Ew tiştên min nivîsîbûn, ew normên civatê û hebûna miletekî bû.

Lewra jî dagirkeran ev fêm kirin bi darbeya sala1980 ya leşkerî dest avêtin wan hêjayîyên neteweyî û gelîrî da ku hebûna wan, hêjayîyên wan nemîne û civat jî ji normên xwe dûr bikeve.

Hebûna civat û miletekî li ser asasê zimên e. Ew nehiştin, dûr ew norm û hêjayîyên civatê jî yek bi yek têk birin. Ji ber vê jî civat kirin weke marê tu ço li ser bixe.

Lewra jî niha em xwedîyê xwe û civateke gêjo mêjo ne. Ji bona rastkirina vê divê em li adetên xwe, li zimanê xwe, li tiştên hebûna me dide me, vegerin.

Divê em herkes kumê xwe deynin ber xwe li ser tiştên min anîn zimên rawestin, bifikirin ku em çawa ketin vê rewşê.Dema ciwanên me ev fêm kirin aha wê demê em ê bibin em. Em ê li xwe, li tore û adetên xwe vegerin. Ev ê jî me berbi yekîtî û azadîya kurdistanê ve bibe.

 

Ji bo hemû nivîsên Bubê Eser bitikînin