Du milyon û 700 hezar hektar erdê Rojhilatê Kurdistanê hatiye mayîn kirin

.

Îro li sînorê bajarê Dêhluran ê ser bi parêzgeha Îlamê ji ber teqîna mayînekî kesekî jiyana xwe ji dest da û du kesên din jî birîndar bûne.

Rêveberê beşa lezgîn Dêhluran Mistefa Ebas ji malpera Mîhir re ragehand: ‘’Yek ji wan birîndaran rewşa tenduristiya wî başe, lê yê din herdu lingên wî jêbûne.’’

Îran duyem welat e di bin bandora mayînan de ye û bi 16 milyon mayînan ve hatiye dorpêç kirin.

Di sala 2005ê de Saziya Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) roja 4ê Nîsanê wek ‘’Roja agahdarbûna derbarê mayîn û hewldan bo tekoşîna hember wê’’ pênase kir û yekem car roja 4ê Nîsan a 2006ê NYê daxwaz ji welatan kir bi rêya rêxistin û saziyên pêwendîdar be mayînan ve hewldanên xwe bo tekoşîna li hember mayîn û teqemeniyan bixin kar.

Li gor amarên berdest, Îran li seranserê cîhanê piştî Misrê duyem welate di bin bandora mayînan de û 42 hezar kîlometre çargoşeya axa Îranê ji ber şerê Îran û Iraqê hatiye mayîn kirin. Herwaha li wî welatî qurbaniyên mayîn û teqemeniyê gelek zêde ye û li hemû navçeyên sînorî yê Îranê 16 milyon mayîn hatine çandin.

Piraniya mayînên hatine çandin li navçeyên sînorê Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li gor gotinên karnasê mayînên şer li Îranê Bêhnam Sadiqî tenê li 5 parêzgehên rojavayê Îranê 16 hezar mayînên çandî hene, çar ji wan li Rojhilatê Kurdistanê ne û waha tê rawe kirin.

Parêzgeha Îlam: Yek milyon û 700 hêktar erd mayînkirî ye.

Parêzgeha Kirmaşan: 700 hezar hêktar erd mayînkirî ye.

Parêzgeha Sine: 150 hezar hêktar erd mayînkirî ye.

Parêzgeha Urmiyê: 150 hezar hêktar erd mayînkirî ye.

Li gor amarên Komeleya Mafê Mirovan a (Hengaw) di maha Nîsan a 2020ê heta Nîsan a 2021ê herî kêm 38 hemwelatî li sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna mayîn û teqemeniyên paşmayên şerê 8 salî yê Îran û Iraqê bûne qurbanî.

Li gor heman çavkaniyê di vê heyamê de 10 hemwelatî ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dane û 28 hemwelatî jî birîndar bûn, an jî kêmendam bûne. Ev amarane li gor sala borî bi 11 bûyeran sedî 29 zêde bûne. Sala borî 4 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 23 hemwelatiyên din jî birîndar bûbûn.

Kurdistan Haberleri

Peymana agirbestê ya Îsraîl û Libnanê dest pê kir
Serok Barzanî: Yek hikûmet, yek parleman û yek hêza pêşmerge
YEWKURD: Divê rojnameger û nivîskar bilez bên berdan
Îlhan Samî Çomak hat berdan
Mesrûr Barzanî: Rûbirûbûna madeyên hişbir erkekî netewî û exlaqî yê me hemûyan e