Du xortên kurd ji ber bilindkirina alaya Kurdistanê hatin girtin!

Li bajarê Kerkûkê, du xortên kurd ji ber bilindkirina alaya Kurdistanê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Pêr (17 vê mehê) roja alaya Kurdistanê bû. Li Kerkûkê jî kurdan bi çalakîyên cur bi cur ew roj pîroz kirin.

Li gorî agahîyên BasNewsê, du xortên kurd ku alaya Kurdistanê li ser matorsîklêta xwe danîbûn, ji alîyê hêzên Iraqî ve hatin girtin lê piştî çend saetan dîsa hatin berdan.

Di lêpirsînê de ji wan xortan re gotibûn, li Kerkûkê bilindkirina alaya Kurdistanê qedexe ye û nabe hûn carek din vê yekê bikin!

Hêzên Iraqî nehîştibûn li zankoya Kerkûkê jî alaya Kurdistanê were bilindkirin û roja alayê were pîrozkirin.

 

Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e