Iro Fermandarê Fermandeya Dijê Terora Herêma Duhokê Wehîd Kovlî ji ber krîza mejî li mala xwe jiyana xwe ji dest daye.
Wehîd Kovlî 46 salî ye û Fermandarê Fermandeya Dije Terora Duhokê bû. Kovlî li eniyên şer beşdarî çendîn operasyon û şeran bibû û di nav Hêzên Pêşmerge de weke kesek zîrek û ‘Nêçîrvanê Daîşê’ dihat nasîn; bi beşdarbûna hezaran kesan li Goristana Şaxkê ya Duhokê hate bixakspartin.