Dilawer Zeraq
Loma jî, ji bo çêbûna rexne û rexnegiriyeke tekûz ya di wêjeya kurmancî ya li bakur de, berî her tiştî, pêwîst e di navbera ‘tişteya rexneyê’ û ‘kirdeya rexneyê’ de dûringeke rexneyî ava bibe.
Dûring, di navbera du an jî ji duyan zêdetir heyînan de, dûrbûneke hebûnî ye. Gava du tişt û heyînên ruhber û neruhber wekî pîvana metreyî ji hev dûr bin, dûrahiya di navbera wan de pîvbar (measurable) e. Lê belê, gava em behsa dûringa di navbera rexnegir û deqa wêjeyî de bikin, em ê nikaribin bêjin ew awa dûrahî, dûringiyeke pîvbar e. Ji ber ku dûringa di navbera wan de heyî, dûringiyeke li ser hişî, li ser nêrînê, li ser ramanê, li ser pêhisînê ye û bi pîvana metreyî nikare were pîvandin.
Digel wê jî, her çend rexnegirê berhemeke wêjeyî heyîneke ruhber e û deqa (berhema) wêjeyî heyîneke neruhber e, pêwendiya di navbera wan de, li ser naveroka deqê û li ser hiş û ramana rexnegir danandî ye. Di heman demê de, dûringa di navbera deqa wêjeyî û ya rexnegir de heyî, li ser du şûngehên (mekanên) hebûn(îy)ê ava ye; şûngeha pêşî, ew şûn e ku rexnegir lê cî dide xwe û şûngeha din jî ew şûn e ku nivîs-berhem tê de dihewe. Di vê çarçoveyê de, li gorî şêweyê ku hevkartêkiya wan her du şûngehan li ser hev çêdibe, rengûawayê hevpêwendiya wan jî diguhere.
Herçî rexne ye, ji roja roj ve ye, gotina “di wêjeya kurdî de rexne tune” an jî “rexneya heyî têrî rêvekirin û bipêşxistinê nake”, hem wekî gazincî hem jî wekî pêwîstiyeke bo wêjeya kurdî tê bilêvkirin.
Her çend ez li ser wê fikrê me ku gazinc di biwarên wekî wêjeyê de ne xweyî kartêkeke guherkar û kêrdar e jî, ez dikarim di çarçoveyeke çakbîn de bêjim; gotinên gazincî yên ketî behsê bi daxwaza rindbûn û rindkirinê ve bestandî ne. Digel vê rindîxwaziyê, ji hêleke din ve çakbîniya min ji hev dişikê. Ji ber ku gazinckirin reftareke, kirineke û çalakiyeke wisa ye ku ‘dûringê’ ji xwe dûr dixe û tu xem û niyeteke gazincê ya wisa tune ye ku di navbera xwe û tiştê ku pêwîst e bê kirin de dûringeke pêwîst ya ji bo dîtin û têgihînê saz bike.
Rexne û berhem du astên cuda û ji hev cihê ne û di navbera wan de ‘dûringek’ heye. Lê belê ev dûring, ne ew dûring e ku di navbera du tiştan de heye. Berevajiya wê, berhema wêjeyî û rexneya ku li berhemê tê kirin; mîna du guliyên darekê ne ku her du jî bi heman gewdeyê ve ne û piştî ku her yek ji ya din cuda kaw dide, dûringiyeke jihevcudabûnê çêdibe di navbera wan de û her du jî dibin du astên ji hev cihê.
Ji ber hindê jî, xwendinên wêjeyî, an jî xwendina berhemeke wêjeyî, jê re “xwendineke bi dûring” pêwîst e.(1) Dûringa ku Moretti bi nav û pênase dike, di heman demê de hiqûqekê jî di navbera berhem û rexnegir de saz dike. Hiqûqa ez dixim behsê, dike ku rexnegir di deqa wêjeyî de bi hûrnêrînî bala xwe bibe ser beşên herî biçûk yên berhemê ku pêwendiya wan beşên biçûk a bi hev re tevdehiyên mezintir çêdikin. Ev yek dike ku em karibin berhemê ne wekî tevdehiyeke yekpare qebûl bikin. Pê re jî, hay jê hebin ku her yek beş û yekeyên di nav berhemê de bi xwe tevdehiyek e û çi gava avakirina tevdehiyeke dîtir hewce bike ew beş bi hev ve tên bestandin.
Ji ber ku li bakur, gelemşeya sereke ya xwendina berhemên wêjeya kurmancî diçe û tê li ser awayê naskirinê asê dimîne, ez ji bo wêjeya kurmancî, pênaseyeke wekî “dûringa naskirinê” tînim rastê.
Nirxandin-rexnekirina berhemeke wêjeyî, di heman demê de nasyariyek jî di navbera berhem û rexnegir de çêdike. Nasyariya ez dibêjim, bi temamî wêjeyî û li ser deqbend (kontekst) û naveroka berhemê ye ku di navbera du astên ji hev cihê de çêdibe. Her wiha, asta pêwendiya ku rexnegir bi berhemê re datîne, di heman demê de, rengûawayê (quality) nasyariya rexnegir û berhemê jî diyar dike.
Li bakur, rexnekirina berhemekê, bi gelemperî ne li ser awa û çawabûna berhemê çêdibe. Sed korayî, rexnegir, li ser kîbûna nivîskar û li ser ‘naskirina xwe ya kesane’ ya nivîskarê berhemê, bala xwe dibe ser berhemê û rengê kûrahî û hûrahiya bala xwe jî li ser vê yekê diyar dike. Ev awa pêwendiya ku rexnegir bi berhemê re datîne, dike ku asta pêwendiya di navbera berhem û rexnegir de heyî, pir nizm û ne tekûz be. Wekî dongiya pêwendiya bi vî awayî, berhem tu carî nabe ‘tişte-heyîna ku xweyî şûngehekê ye’ lê belê dibe ‘tişte-alava ku rexnegir wê di şûnekê de bi cî dike.’
Ji bo ku em karibin gotinên gazincî yên bêkêr ji nav wêje û rexnegiriya wêjeya kurdî biavêjin ciyên dûrî derazînga mala xwe, serê pêşîn pêwîst e em di ser dûringa rexneyî re ‘dûringa nasyariyeke cudatir’ saz bikin di navbera rexnegir û berhemê de. Ji bo vê yekê jî pêwîst e em bizanibin, “tiştê ku rexnegir dikin, çalakiyeke dîtir ya (ve)afirandinê ye”(2) û ev çalakiya hanê, hem berhema esasî careke din jî diafirîne hem jî berhemeke dîtir û nûtir diafirîne û derpêşî sifreya wêjeyê dike. Piştî vê derpêşiyê, êdî her du berhem, -berhema esasî û berhema rexneyî-mîna du guliyên darê, hem ji hev cihê ne hem jî bi awayekî deqbendî (kontekstî) bi hev ve bestandî ne.
Di dawiya nivîsarê de em ê bêjin; her rexne, di seqaya xwe ya pêşafirandî de çêdibe. Pesta rexnekirinê jî di nava vê seqayê de dirûv digire û her derbên ku rexnegir bi aramî û hişmendiya xwe ve li honak û naveroka berhemê dixe, di heman demê de, beşên dinavhevdeçûyî yên berhemê jî ji hev vediçirîne û ji hev vediresîne.
Loma jî, ji bo çêbûna rexne û rexnegiriyeke tekûz ya di wêjeya kurmancî ya li bakur de, berî her tiştî, pêwîst e di navbera ‘tişteya rexneyê’ û ‘kirdeya rexneyê’ de dûringeke rexneyî ava bibe.
Binêr:
(1) Moretti Franco, Dünya Edebiyatı Üzerine Düşünceler, (çev. Osman Akınhay), rp; 2, (navnîşana jêgirtinê: https://docplayer.biz.tr/21996314-Dunya-edeb-yati-uzer-ne-dufiunceler-franco-moretti.html-(dema jêgirtinê: 14-08-2022-saet: 13:42)
(2) Said, W. Edward (2004), Yazınsal Eleştiri (Söyleşiler), İstanbul: Hece Yayınları, rp; 25
Çavkanî: Gazete Duvar