DYA: Em piştgiriya Kurdistaneke bihêz dikin!

Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku doh (21’ê Mijdarê) digel McMaster civiyane û ragihandiye ku Amerîka piştgiriya hikûmeteke bihêz û yekgirtî ya Herêma Kurdistanê, di çarçoveya iraqeke demokratîk û federal de dike.

Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku roja Sêşemî 21ê Mijdara 2017ê her yek ji Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnera Herêma Kurdistanê li Waşingtonê Beyan Samî Ebdulrehman li Waşington a paytexta Amerîkayê li gel Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê McMaster civiyane.

Di ragihandinê de hat gotin ku, di vê civînê de her du aliyan li ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û herwiha giringiya çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê gotûbêj kirine. McMaster di civînê de amaje bi wê yekê kiriye, ku Waşington agahdarê wê role ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo îstiqrara herêmê dibîne.

(rûdaw)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin