Di nûçeya Ajansa Anadolu (AA) de hat îdîakirin ku, konvoyên artêşa Amerîka ku ji wesayîtên zirxî û pîkaban pêk tên, sêşemb û îna borî hatine herêma Tel Abyadê û leşkerên Amerîkayê, bi konvoyên ku ji deh wesayîtan pêk tên du rojan pê de li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê keşif kirine.
Herwiha hat îdîakirin ku piştî artêşa Amerîka li derdora deriyê sînor yê Tel Ebyadê lêkolînên xwe temam kirin, PYDê endamên xwe sewqî wê herêmê kirine.
Nûçegîhanên AAyê Muhamed Misto û Levent Tok, diyar kirin ku wan ji jêderên ewlê yên Tel Ebyadî agahî wergirtine.
Li gor vê yekê zêdeyî hezar YPGyî ji navçeya Eyn Îsa ku dikeve başûrê Kobanî bi wesayîtan bo Tel Ebyadê hatin veguhastin.