Navenda Nûçeyan- Diz çûne Galeri Couleur a li navenda bajêr, pencere şikandine û 10 peykerên bronzîn dizîne. Berhemên hatine dizîn bi buhayê 400 hezar dolarî ne. Xwedîyê galerî Peder Enstrom ji bo çapemenî gotîye wan serê sibê saet li dor 4'an ferq kirîye ku dizî çêbûye û ev lê zêde kirîye: "Eşkere ye ku li dor 10-12 peykeran hatine dizîn. Ji bo ez vê pêşangehê çêbikim demek dirêj e li ser dixebitim."
Polîs dibêjin herî hindik du diz bûne, pencere şikandine û ketine avahîyê
Dîyarname