Berî her tiştî, dema ku em li erdnîgariya cîhên ku Şingal têde ne û çiyayên derdorê mêze bikin, em ê hîn baştir sebeban derxin ber çavan.
Ji alî jeopolitik û jeostratejîk ve Şingal bi ser parêzgeha Musilê ve giradayî ye. ji aliyê bakur de nêzî Xabûrê dibe. Di nava vê herêmê de bajarên biçûk wek Zûmar, Rebîa û hinek deverên din hene. Ji aliyê başûr de digihêje heta ser hidûdê Nînovayê û ji bakurê rojava jî digihêje ser hudûdê bajarê Al Kaîf.
Di herêmê de Çiyayê Şingalê, ji hêla leşkerî de bi bilindbûna xwe cîhekî stratejîk e. Ji çîyayê Şengalê gelek ji axa Îsraîl, Urdun, Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê tê kontrolkirin.
Bînim bîra we; di "Şerê li hember Saddam" de hemû êrîşên ser Îsraîlê bi roketên menzîldirêj ji çiyayên Şingal hatin avêtin. Ev jî tê wê wateya ku Çiyayê Şingalê xwedî kontroleke leşkerî a stratejiya Rojhilata Naverast e. Ji bona dewletên herêmê wek Îran, Iraq, Surî û Tirkiye re xwedî girîngiyeke mezin e.
Yek jê sebeba PKKe û derxistina aloziyan ev bû. Ba û bahoz û aloziyên ku PKK derdixist li ser Çiyayê Şingal, ne ji bona berjewendiyên kurdan bû. Ev hebûna PKKê li çiyayên Şingal, xizmet ji Îran, Iraq, Tirkiye û Suriyê re dikir. Li pişt van aloziyan ew dilnexwazên ku dijminatiya Kurdistaneke serbixwe dikirin hebûn. Li gor pîlanekê ku Şingal bi ser Kurdistanê ve neyê girêdan û wek devereke xweserî ji Iraqê re bimîne, PKK li Şingalê rol girt ser xwe û bi Iraq û Heşdî Şeibî re ket nav hevkariyan.
Piştî bûyera İxanetê a 16ê Cotmeha 2017an, milbimilaneya hêzên PKKê û hêzên paramilîter ên Îran, Iraq li ser çiyayên Şingalê, ev rastî pejirand. Di dorpêça xaka azad a Kurdistanê de, rola van dewletan û bêdengiya PKKê di vî warî de hevalbendiyê û armancên PKKê bi van dewletên dijmin re li ser kurdên Êzdî û Şingalê dipejirîne. Bi hatina hêzên Haşdî Şeibî û Iraqê a Şingal re PKKê ala Kurdistanê daxist û ala Iraqê li ser çiyayên Şingalê li ba kir.
Pirsgirêkên ku ji roja DAIŞê êrîşî Şingalê kiriye û heta niha PKK li Şingalê derdixist û bikar anî, xizmet ji vê stratejiya Îran û van dewletên dagirker re dikir. Li pişt vê stratejiya PKKê, ev hêz û stratejîstên wan dewletan hebûn. Hêzên paramilîter ên Îran (Haşdî Şeibî), Iraq û ên PKKê di herêmê de armanca wan ew bû ku Şingal nebe xaka Kurdistanê û di destê IraqÊ de bimîne.
Yên ku ev çend sal e li çiyayên Şingalê hebûna hêzên PKKê fînanse dikirin, organîze dikirin, pirçek dikirin, yek hêz bûn. Mûçeyên Haşdî Şeibî û YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) ji yek destî dihatin dayîn û emir ji yek cihî digirtin. Sebeba ku Haşdî Şeibî û PKKê hêzên xwe kişandin ser Çiyayê Şingalê yek armanca wan hebû.
-Li gor raporta rojnameya (Şerqulewset) ku li Londonê hatiye belav kirin,
"YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) ku ser bi PKKê ye, ji aliyê Heşdî Şeibî ve mehane mûçe ji wan re tê dayîn. Derveyî wê jî di heyama borî de efser û fermandarên sipaha pasdarên Îranê li Şingalê serdana binke û baregehên YBŞê kirine, gotûbêja pirçekbûn û çekên giran kirine." Ji PKKê re.
Di eynî rojnameyê de rêveberekî Partiya Dewa Îslamî ya Nûrî Malikî di daxuyaniyeke bo rojnameyê de diyar kiriye;
"Piştî ku navçeya Şingalê û gundên Êzdiyan ket dest PKKê, li ser daxwaza Malikî û bi hemahengiya ligel sipaha Pasdarên Îranê YBŞ ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin."
Di eynî Rojnameyê de berpirsê Dawa Îslamî armanca YBŞê bi şîweyeke zelal eşkere dike:
''Armanca avakirina YBŞê, vekirina serdestiya Heşdî Şeibî ye, li ser rêyên hişk ên di navbera Iraqê û Sûriyê de û bo gehandina piştevaniya leşkerî bo hêzên Îranê û milîsên li Sûriyê, ji ber ew rê pir stratejîk e û pir giring e û Îran ji serdestiya Pêşmerge li navçeyê ditirse.'' Ev tirsa Îranê, tirseke stratejîk e û ji bona ku Şingal biser Kurdistan ve neyê girêdan, PKK xistin Şingalê û bi reya PKKe rewşa alozî û lîstikên ser Şingal û kurdên Êzdî berdewam bû.
Êrîşa Tirkiyê ya ser hêzên YBŞ derdixe ber me ku pîlanên Îran, Iraqê bi ser neketin. Bi hatina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya serdana Tirkiye re, pîlanên têkilîyên Iraq-Îran û PKKê şikestin xwerîye.
Êrîşên ku 15.08.2018an bi destê artêşa tirk a dijminê kurd û Kurdistanê hat ser Şingalê, bi devê Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, pir zelal hat şîrove kirin. İbrahim Kalin wiha dibêje:
“Birêz Ebadî dema li Enqereyê bû, meseleya Şengalê bi hemû hûrgiliyan ve hate gotûbêjkirin. Em tenê bi Iraqe re li ser Şingalê gotûbêjan nakin. Ji zû ve ye di derbarê hebûna PKKê ya li Qendîl û Mexmûrê jî em digel Iraqê li ser paketeke berfireh a ewlekariyê gengeşe dikin. Hûn dikarin operasyona duh a li ser Şengalê, di vê çarçoveya wê paketê de binirxînin.”(!)
Mixabin; berdevkên KCK (PKK) wek hercar; têkiliyên xwe yên bi Dewleta Iraq û Haşdî Şeibî re ji raya giştî ya Kurdistanê vedişêrin. Balê dikişinin ser PDK û Başûrê Kurdistanê tometbar dikin. Di ANF de daxuyaniya ku li ser navê KCK (PKK) hatiye dayîn û eşkere ye ku; "ev êrîş, li gor agahiyên ku di deste me de ne, PDK û hêzên hevkarên Iraqê ev agahî dane dewleta Tirkiyê"(!)
Mixabin hin çavkaniya agahiyan û hin jî îdîa aîdî KCK (PKK) ye. Ji ber ku têkiliyên Tirkiye û Iraqê vekirî ne û her tişt li ber çavan eşkere dimeşe.
Lê KCK (PKK) û çapemeniya wê bi zanebûnî navê PDK û hikumeta Federal a Kurdistanê di nav daxuyaniya bûyerê de tîne ziman. Tîne ziman ku; "Li gor agahiyên ku ji Şingalê hatine, PDK yan jî derdorên nêzî Iraqê bi tirkan re bûne hevkarê vê kemîna dijî me"(!)
Lê agahiyên ku di destê me de didin nîşan ku berovajî vê agahiyê; "dema ku firokeyên Tirkiye êrîş kirin, helîqopterên Iraqê jî çavdêrî dikirin li ser çiyayên Şingalê"(!) Berdevkên KCK (PKK) bi zanistî vê vedişêrin!
Bi vê dezenformasyonê KCK (PKK) hin têkiliyên xwe bi Iraq, Haşdî Şeibî û bi Îranê re vedişêre û hin jî rewşa dawî ya Tirkiye û Iraqê ji nirxandinê dûr dixe.
Ev tometbarkirina PDK û Başûrê Kurdistanê ji hêla çapemeniya KCK (PKK) û berdevkên wê ve, bi zanistî tê kirin û xizmetê ji karesatên stratejîk ên dijminan re dike. Ji ber ku çûna Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya serdana Tirkiye û mijar jî PKK bû. KCK (PKK) ev baş dizanî ku ne tiştekî veşartî bû jî.
Wek ku em dizanin: Bi êrîşên terorê yên DAÎŞ re PKK ket herêma Şingal. Hatina KCK (PKK) a Şingalê jî li ser dijminatiya Başûrê Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyan hat meşandin. Ji bona li Şingalê ji xwe re bingehên di nav kurdên Êzdî de veke û vê stratejiyê bimeşîne, dest bi propaganda qahremaniyê kir. Di bin navê YBŞ de hêzeke leşkerî ava kir. Ev hêz bi Haşdî Şeibî re hevkar, çek û mûçeyên xwe jî ji dewleta Iraqê digirt. PKK, demeke dirêj bi Iraqê re hevpar tevdigeriya û dixwest ku herêma Şingalê ji Kurdistanê cûda bike û bi ser Dewleta navendî ya Iraqê ve girê bide.
Gelo çima Iraqê KCK (PKK) firot û îstîhbarat da Tirkiyeyê?
Dibe ku ev konsepta PKKê ya ku "Şingal bi ser Iraqê ve girê bide û nehêle bi ser Kurdistanê ve bê girêdan û wek bingeheke leşkerî ji Îranê re bimîne"(!) bi ser neket, an divêtiya Iraqê êdî bi hevalbendiya KCK (PKK) ve nema?
PKK, ji dêlva ku li hember Iraq û Tirkiyeyê daxuyaniyê bide û êrîşa ser Şingal şermezar bike; di çapemenî û daxuyaniyên xwe de bal kişand ser PDK û Başûrê Kurdistanê û têkiliyên dewleta Iraq û Tirkiyeyê ji nirxandinê veşart. Bi dezenformasyonan bingeha propaganda di nav kurdên Êzdî yên Şingalê de berfireh kir!
Helbet ev hewla KCK (PKK) karekî bi zanebûnî û dixwaze her Başûrê Kurdistanê bixe bin tometan û raya giştî ya kurdan bi dezenformasyonan serûbin bike. Her bûyera ku li herêmê diqewime, bi zanebûnî di bûyerê de navê PDK û Başûrê Kurdistanê tîne ser ziman ku bi dezenformasyonan serê raya kurd tevlihev bike.