Ebadî diyar kir ku ew mijarê ji nêzîk ve dişopînin û got, "Çiyayê Qendîlê ji salên 1960 û 70yî ve bi kêşe ye. Lewra ew çiya gelekî asê û tevlîhev e. Hikûmetên beriya niha jî nekarîne kontrola Qendîlê bikin."
Heyder Ebadî herwiha destnîşan kir ku wan li ser mijara PKKê bi hikûmeta Tirkiyeyê re lihev nekiriye û wiha axivî: "Derbarê PKKê de bi Tirkiyeyê re rêkeftinek çênebûye. Me li ser vê mijarê gotûbêj nekirine û em negihîştine asta hevkariyê."