Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Ebdulbasit Hemo dibêje helwesta Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê (Îtilafê) zelal e û bi hikûmeta Sûriyê re lihev nake.
Baskê siyasî yê Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wê dike, roja Şemiyê 13ê Tebaxa 2022yanli Stanbolê civiya., lê heta niha tu daxuyaniyên fermî ji encama wê civînê derneketine.
Piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê pêwendiyên Îstixbaratî ligel hikûmeta Sûriyê û daxuyaniyên Wezîrê Derve yê wî welatî derbarê aştbûna di navbera hikûmet û opzosyona Sûriyê de, ev yekemîn civîna Hevpeymaniya Opozisyonê bûye.
Debarê vê yekê de, Ebdulbasit Hemo, Endamê Polîtboruya PDK-S û Cîgirê berê yê Serokê Hevpeymaniya Opozisyonê, ji bernameya Çavê Sêyem a radyoya Rûdawê re got, helwesta Îtilafê zelal e û ew li dijî aştbûna ligel hikûmetê ye.
Endamê Polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Ebdulbasit Hemo got: “Helwesta Hevpeymanê zelal e û bi hikûmeta Sûriyê re ne mimkune ku lihev bikin. Bêguman krîza Sûrî bi çareseriyeke siyasî li ser asta navdewletî di çarçoveyê Cînevê de çareser dibe.”
Siyasetmedarê Kurd ê serbixwe Dr. Lazgîn Fatê, ji heman bernameya Radioya Rûdawê re got, Hevpeymaniya Opozosyonê ne di destê xwe de ye û nikare ji îradeya Tirkiyê derkeve.
Dr. Lazgîn Fatê Siyasetmedarê Serbixwe jî dibêje: “Bi nêrîna min îtilafa Sûriyê weke kaker li ba Tirkiyê ne û weke hûn jî dizanin kesên karker nikarin li gor serê xwe biryar bidin an jî tiştekê bibêjin. Kesên karker dema karê xwe xilas kirin diçin mala xwe. Dema ku îtilafê qebûl kir li ba Tirkiyê bibe karker, wê demê di destê îtilafê de tiştek namîne bibêje, Tirkiye çi bibêje wê pêk tînin.”
Piştî xwepêşandanên nerazîbûnê li navçeyên li jêr destê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê ya girêdayî wê, Wezareta derve ya Tirkiyê daxuyaniyek zelalkirinê belav kiribû. Di daxuyaniyê de, tekezî li ser çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê li go biryarên navdewletî hatibû kirin. Lê vê daxuyaniyê xwepêşandanên nerazîbûn sar nekirin.
Rûdaw