Ebu Mehdî Muhendîs gefa êrîşê li Amerîkayê dixwe

Êvara îro çarşemê 21- 08- 2019an Cîgirê Serokê Desteya Ebu Mehdî Muhendîs daxuyaniyek belav kir û gefa êrîşê li Amerîkayê xwar.

Êvara îro çarşemê 21- 08- 2019an Cîgirê Serokê Desteya Ebu Mehdî Muhendîs daxuyaniyek belav kir û tê da êrîş li Amerîkayê xwar.

Ebu Mehdî Muhendîs di daxuyaniyê da aşkere kir ku navendên Heşdî Şabî yên leşkeri ji aliyê Amerîkayê va hatine kirin bordûmankirin û êdî Heşdî Şabî wê bi çekên pêşketî bersiva êrîşên Amerîkayê bide. 

Herwiha Ebi Mehdî Muhendîs dibêje Amerîka bi rêya frokeyên bê frokevan, çavdêriya baregehên wan dike û eşkere jî kir, îsal Amerîka çar frokeyên bê frokevan yên Îsraîlê di rêya Azerbeycanê re anîne Iraqê û bi rêya wan frokeyan êrîşî baregehên wan li nav xaka Iraqê dike.

Duh teqînek bihêz li navendeke Heşda Şebî li navçeya Beled a ser bi parêzgeha Selahedîn ve rûda bû.

Rojhilta Navîn Haberleri

Wezîrê Samanên Xwezayî: Em bo hinardekirina petrolê bi Bexdayê re digehin çareseriyê
Fermandarê Hêza Qûds a Îranê li Bexdayê ye bi berpirs û fermandarên komên milîs re civiya
Amerîka: Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin
Mesûd Pizîşkiyan bû serokkomarê Îranê
Li Îtalyayê keştî bin av bûbû: 35 term hatin dîtin