Ebû Omer Îdlibî: HSD dixwaze bibe beşek ji hikûmetê

.

 Fermandarê "Hêzên Demokratîk ên Bakur" Ebû Omer Îdlibî got, “HSD ne tenê dixwaze beşdarî Wezareta Parastinê bibe, dixwaze bibe beşek ji hikûmetê jî.”

Fermandarê "Hêzên Demokratîk ên Bakur" ên ku beşeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) in ji MRûdawê re axivî.

Ebsî El-Taheyê ku bi nasnavê "Ebû Omer Îdlibî" tê naskirin ji Îdlibê ye û ji sala 2016an ve fermandariya komeke leşkerî dike ku sala 2013an li Çiyayê Zawiyeyê yê li çoltera Îdlibê hatibû avakirin.

Ebû Omer Îdlibî got ku hêzên wan "Adara 2011an, piştî destpêka Şoreşa Sûriyeyê dest bi kar kiriye û kesên ji rejîmê veqetiyane û şoreşger li wan kom bûne."

"Armanca me parastina gelê Sûriyeyê ye”

Îdlibî li ser armanca Hêzên Demokratîk ên Bakur got:

"Armanca me ya sereke parastina gelê Sûriyeyê ye ji zordariya rejîm û hêzên wê û her wiha têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst jî armanca me ye.”

Divê were gotin ku Hêzên Demokratîk ên Bakur sala 2015an tev li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûye.

“Di nav HSDyê 4 hezar şervanên ji Îdlibê hene”

Ebû Omer Îdlibî diyar kir, "Hêzên me beşeke bingehîn a projeyê HSDyê ne ku nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê dike.

Hejmara hêzên Ereb ên ku ji Îdlibê ne û di nav HSDyê de ne nêzîkî 4 hezar şervanan e."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Ehmed Şerê ku 29ê meha borî wekî Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhestinê hat destnîşankirin dawiya sala borî li hev civiyabûn.

Ebû Omer ev hevdîtin bi rengê "zelal û erênî” wesifand û diyar kir ku civîn "derbarê girîngiya diyaloga berdewam a ji bo aramkirina Sûriyeyê bû."

Îdlibî li ser nûçeyên ku “samanên herêma rojhilat di navbera her du aliyan (HSD û Şam) de hatine parvekirin” got ku ew çavkaniyên xwezayî "yên gelê Sûriyeyê ne û dê komîteyên pispor hebin da ku vê mijarê bişopînin."

“HSD hewl dide beşdarî hikûmetê bibe”

Ew derbarê danûstandinên bi Şamê re jî wiha axivî:

 "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) giringiyê dide diyaloga neteweyî û hewl dide ku beşdarî hikûmetê bibe.

Her wiha hewl dide pêwendiyên xwe bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re berfireh bike û bi awayekî guncaw, wekî mînak bi rengê lîwayekê, tevlî artêşa neteweyî ya nû bibe."

Wî amaje pê kir ku danûstandin li ser çawaniya tevlîbûna saziyên sivîl ên bakurrojhilatê Sûriyeyê bi hikûmeta nû re berdewam dikin û diyar kir ku divê pirsgirêka koçberên li Rojavayê Kurdistanê, di nav de koçberên ji Îdlibê jî, were çareserkirin.

“Nabe behsa danîna çekan were kirin”

Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Bakur li ser mijara “danîna çekan” wiha got:

“Nabe behsa danîna çekan were kirin bêyî ku pirsgirêkên têkildarî saziyên sivîl û vegera koçberan werin çareserkirin û mercên guncav werin amadekirin."

Îdlibî diyar kir, "Diyalog li ser pêkanîna rêkeftinekê di navbera HSD û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de berdewam dike” û bal kişand ser mafê vegerê yê gelê “herêmên dagirkirî.”

Wî dagirkeriya li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi bîr anî ku di bin kontrola komên "Artêşa Niştimanî" ya nêzîkî Tirkiyeyê de ne û wan ragihandiye ku tevlî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bûne.

Çarşema borî (29.01.2025) li Şama paytexta Sûriyeyê "Kongreya Serkeftinê" hat lidarxistin û Ehmed Şer wekî Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhestinê hat destnîşankirin.

Ebû Omer diyar kir ku ew tevlî konferansê nebûne û li pey çû:

"Bakur û rojhilatê Sûriyeyê beşeke girîng a erdnîgariya Sûriyeyê ye û ji bo xurtkirina hevkariyê têkiliyeke berdewam bi rêveberiya Şamê re heye."

Îdlibî li ser mijara ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne yan na jî got:

“Trump li ser Sûriyeyê helwesteke zelal nîşan nedaye, îdareya Amerîkayê teqez dike ku pêwîst e hêzên wan ji bo têkoşîna bi DAIŞê re li herêmê bimînin."

“Tirsa parçebûna navxweyî tune”

Îdlibî derbarê îhtimala bicihkirina eşîrên Ereb û derxistina dubendiyê di nav refên HSDyê de got:

"Di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk de pêkhateyên cuda hene, di nav de Ereb jî hene û tirs ji parçebûna navxweyî tune."

Wî şerê ku ji Kanûna Pêşîn a borî ve di navbera HSD û komên "Artêşa Niştimanî" de li derdora Bendava Tişrînê ya herêma Minbicê didome jî bi bîr anî û got:

"HSD ji ji bo parastina herêmên xwe hewlên mezin dide, Bendava Tişrînê xaleke girîng a parastina bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye."

Rêveberiya Xweser xwestibû ku çavdêrên navneteweyî werin û bendavê ji şer dûr bixin.

Îdlibî ev yek bi "rewşa heyî" ve girê da û diyar kir ku "bi Şamê re derbarê mijarên cuda de danûstandinên berdewam hene."

"Hewlên Serok Mesûd Barzanî hêja ne”

Aliyên siyasî yên Kurdan piştî nemana desthilata Esed hewl didin refên xwe bikin yek. Îdibî got ku ji bo pêkanîna vê yekê xebatên berdewam hene.

Ebû Omer Îdlibî pesnê rola Herêma Kurdistanê ya di vî warî de da û got:

"Hewlên Serok Mesûd Barzanî yên ji bo xurtkirina diyaloga di navbera Kurdan de hewlên hêja ne û armanca wan pêkanîna yekîtiya refên Kurdên Sûriyeyê ye."

Nûçe: Muhammad Issa-Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî: Amerîka, Fransa û Brîtanya navbeynkariyê dikin
MEHABAD - Muzîkjen Sirûş Nûrbexş hat girtin
Ehmed Şer li ser çekdanîna HSDyê axivî
Cengîz Çandar: Ocalan dibêje êdî pêwîstî bi çekan nîne
Melîsa Sozenê ji ber rola xwe ya şervaneke YPJyê îfade da