Kovara heftaneThe Economîst ku li Brîtanyayê tê weşandin di hejmara xwe ya dawîn de hin şîrove li ser hilbijartinên heremî yen Tirkîyeyê kir. Kovare got: "Encamên bajarên mezin Serokomar Recep Tayîp Erdogan xistîye nava tengasîyê.
li gorî kovarê, ligel tifaqa AKP û MHPyê li tevahîya welêt dengên herî zede girtibe jî, bi taybet wendahîya şaredarîya Stenbolê dê Serokomar Erdogan bixe nava tengasîye.
Economist dibêje ku bi van encaman egera aştîya bi kurdan re jî ketîye xeterê.
Li gorî nûçeya ku li ser malpera BBCyê hatîye weşandin beşek ji nivîsa Kovarê wisa ye:
"Encam di heman demê de Erdogan bi tercîhên wek 'Gelo tifaqa bi netewperestên tirk an bi welatîyên kurd' re rûbirû hiştîye.
Di vê rewşê da, destpêkirina pêvajoyeke aştîyê bi kurdan ra dê dengên AKPyê yên li rojava bikşîne jêr.”