JI SEROKA PARLAMENTOYA KURDISTANÊ RE
“Birêz Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq, wek ku cenabê te jî dizane, Mistefa Selîmiyê ku wek endam û pêşmergeyekî PDKa Rohilatê Kurdistanê bû, di nîsana sala 2003an de ji bal pasdaran ve hatibû girtin û li girtîgeha Seqizê bi cih bûbû, M.Selîmî piştî 17 salan, di 17ê meha adara sala 2020an de ji girtîgehê direve Başûrê Kurdistanê û li bajarokê Penciwînê xwe teslîmî asayişê YNKê dike. M.Selîmî piştî ku li herêma Silêmaniyê rojekê binçav dimîne, ji bal heman asayişê ve, sed mixabin radestî pasdarên Îran dibe û pasdar jî di demeke kurt de, bi cezayê sêdarê dawiyê li jiyana vî mêrxasê kurd tînin!
Sosreteke mezin e ev! Bêbextî û xiyanet e. Navê vê welatkujî ye. Pêşmerge welat e, û welatkujiyê rûda ye! Miletê kurd xemgîn, welat xemgîn, Kurdistan xemgîn e!
Em wek ronakbîr, pêzan û rêzanên, alîgir û dilxwazên doza kurd û Kurdistanê, vê xiyaneta mezin şermezar dikin, ji cenabê Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi dilekî şikestî daxwaza ku bi hemû hêza xwe ve li ser vê karesata kesnedîtî raweste, asas berpirsên karesatê derxîne holê û teslîmî edalet û yasayên Kurdistanê bike!”
14.04.2020
Komîteya Birêvebir
Mêhdî Zana, Konê Reş, Veman Linevai, Şeyhmus Ozzengin, Laleş Qaso
Ji bo imzekirina kampanyayê bitikînin: